Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




شُله رسولا 1:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Wan rʼojada Petrûs nava bawermendada rʼabû, (ku li wir qasî sed bîst merivî bûn) û got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Di wan rojan de Petrûs di nav xwişk û birayan de, ku hejmara wan li dora sed û bîst mirovan bû, rabû û got:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Ԝан рʼожада Пәтрус нава баԝәрмәндада рʼабу, (кӧ ль ԝьр ԛаси сәд бист мәрьви бун) у гот:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 وان رُژادا، پِطرُس رابو و ناو بِرایادا گو همو نِیزوکی صد و بیست نَفَرا بون راوَستا و گُت:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




شُله رسولا 1:15
31 Iomraidhean Croise  

Meseleke din jî wanarʼa pêşda anî û got: «Pʼadşatîya Eʼzmana mîna vê yekê ye: Merivekî hʼebeke tʼoximê xerdalê hilda, nav eʼrdê xweda çand.


Lê Min bona te dua kir, wekî bawerîya te kêm nebe û gava tu vegerʼî, dil bidî ber birayêd xwe».


Ez rʼast bê xêlif werʼa dibêjim, ewê ku bawerîya xwe Min bîne, ew kirêd ku Ez dikim, ewê xwexa jî bike. Û ji van kira mestir jî wê bike, çimkî Ez diçime cem Bavê Xwe.


Eva gotina nava xûşk-birada bela bû, yanê ew şagirtê nemire. Lê belê Îsa bona wî negotibû, ku ew namire, lê gotibû: «Heger Ez bixwazim ku ew bimîne hʼeta Ez bêm, çî terʼa ye?»


Hingê Petrûs ew tʼeglîfî malê kirin, cîyê şevê da wan. Rʼoja dinê Petrûs rʼabû tʼevî wan çû, çend bawermendêd Yafayê jî tʼevî wî çûn.


Şandîya û bawermendêd alîyê Cihûstanêda diman, bihîstin ku necihûya jî xebera Xwedê qebûl kirine.


Rʼuhʼ minrʼa got: ‹Tʼevî wan herʼe, dudilî nebe›. Ev her şeş bira jî tʼevî min hatin û em çûne mala wî merivî.


ew dît anî Entakyayê. Ewana hevrʼa tʼemamîya salekê tʼevî civînê dicivîyan û gelek cimeʼt hîn dikirin. Pêşîyê Entakyayêda şagirt «mesîhî» hatine navkirinê.


Hingê şagirtêd Entakyayê qirar kirin ku ji destê kʼêva çiqas tê alîkʼarîyê bona bawermendêd Cihûstanê bişînin.


Ewî destê xwe hʼejand ku kerʼ bin û gilî kir çawa Xudan ew ji kelê derxistîye, usa jî got: «Vê yekê Aqûb û xûşk-birayêd dinrʼa jî bêjin». Xwexa jî rʼabû çû cîkî din.


Lê cihûyêd ku bawer nekirin dilê necihûya qilqilandin û rʼakirine miqabilî bira.


Hinek ji Cihûstanê berjêrî Entakyayê bibûn û bira hîn dikirin digotin: «Heger hûn li gora eʼdetê Mûsa neyêne sinetkirinê, hûn xilaz nabin».


Civînê ku ew verʼêkirin, ewana Fînîkyê û Sameryayêva derbaz bûn û hʼemû bawermendarʼa bona vegerʼandina necihûya gilî dikirin, bi vê yekê ew gelekî şa kirin.


Bawermendêd Lîstrayê û Qonyayê hindava wîda qenc xeber didan.


Ew jî ji kelê derkʼetin çûne mala Lîdyayê, li wir xûşk-bira dîtin, dil dane wan û paşê rʼêkʼetin çûn.


Hema çawa teʼrî kʼete eʼrdê, bira Pawlos û Sîlas şandine Beroyayê. Ew ku gihîştine wir, çûne kʼinîşta cihûya.


Wî çaxî bira Pawlos destxweda şandine ber beʼrê, lê Sîlas û Tîmotʼêyo Beroyayêda man.


Gava ew nedîtin, Yason tʼevî çend birava kʼaşî cem serwêrêd bajêr kirin, dikirine qîrʼîn digotin: «Ewêd dinya tʼevîhev kirine gihîştine vira jî


Pawlos gelek rʼoja dîsa li wir ma, paşê xatirê xwe ji bawermenda xwest, bi gemîyê çû alîyê Sûryayê. Priskîla û Akîla jî tʼevî wî bûn. Ewî Kenxêryayêda pʼorʼê xwe kurʼ kiribû, çimkî ad-qirarkirî bû.


Apolo ku xwest herʼe Axayayê, bira dil dane ber û şagirtarʼa jî neʼmek nivîsîn ku wî qebûl kin. Gava gihîşte wir, ew gelekî kêrî wan hat, yêd ku bi kʼerema Xwedê bibûne bawermend.


Gava em gihîştine Orşelîmê, bawermenda em eşq û şa qebûl kirin.


Wana ku ev yek bihîst, şikirî dane Xwedê û usa jî Pawlosrʼa gotin: «Dîna xwe bidê, çiqas hʼezara cihûyêd bawermend hene û hʼemû jî xîretkʼêşêd Qanûnê ne.


Me rʼêwîtî bi gemîyê ji Sûrê dûmayî kir, em gihîştine Pitolêmayê, me wir xûşk-bira silav kirin, em rʼojekê mane cem wan.


çawa serekkʼahîn û tʼemamîya civîna rʼûspîya jî şeʼdê min in. Min ser birayêd cihûtîyêdaye Şamê neʼme ji wan hildabûn diçûm wekî yêd wir jî girêdayî bînime Orşelîmê ku bidine cezayê.


Wir me xûşk-bira dîtin û hîvî ji me kirin, ku em hʼeftêkê wir bimînin. Û bi vî awayî em gihîştine Rʼomê.


Paşê carekêrʼa pênsid xûşk-birayî zêdetirva xuya bû, ji wan gelek hʼeta niha sax in, lê hinek jî mirine.


Wê sihʼetê eʼrd qayîm hʼejîya, ji dehe pʼara pʼareke bajêr hilşîya û wê eʼrdhʼejêda hʼeft hʼezar meriv mirin, yêd mayîn jî çʼeʼvtirsîyayî bûn, şikirî didane Xwedêyê eʼzmên.


Lê Sardeysêda çend kesêd te hene ku wan kʼincêd xwe nelewitʼandine. Ewê bi kʼincêd çîle-qerqaş tʼevî Min bigerʼin, çimkî ewe hêja ne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan