Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 2 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Hʼizkirin ev e, ku em li gora tʼemîyêd Wî bijîn. Tʼemî ew e, ya ku we hê berê pêşda bihîstîye, wekî hûn hʼizkirinêda bijîn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Îcar hezkirin ev e ku em li gor emrên wî rêve herin. Wek ku we ji destpêkê ve bihîstiye, emir ev e ku hûn di hezkirinê de rêve herin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һʼьзкьрьн әв ә, кӧ әм ль гора тʼәмийед Ԝи бьжин. Тʼәми әԝ ә, йа кӧ ԝә һе бәре пешда бьһистийә, ԝәки һун һʼьзкьрьнеда бьжин.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 و مُحبّت اَوَیَ گو اَم گورَیَگی اَمرِت وی بژین. اَو اَمر اَوَیَ، هَ وِسا گو وَ ژه اَوِلیدا بیهیستیَ گو اون دِبی ناو مُحبّته دا بژین.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 2 1:6
14 Iomraidhean Croise  

Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Ewê ku tʼemîyêd Min qebûl dike û wan xwey dike, ew e yê ku Min hʼiz dike. Û ewê ku Min hʼiz dike, ewê ji alîyê Bavê Minda bê hʼizkirinê. Ezê jî wî hʼiz bikim û Xwe wîva eʼyan kim».


Îsa lê vegerʼand û gotê: «Her kesê ku Min hʼiz bike, wê gotina Min xwey ke, Bavê Minê jî wî hʼiz bike û Emê bêne cem wî, tʼevî wî bimînin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin.


Awa çi ku we pêşda bihîstîye, bira ew nava weda bimîne. Heger ew tiştê we pêşda bihîstîye nava weda bimîne, hûnê jî nava Kurʼ û Bavêda bimînin.


Lê yê ku gotina Wî diqedîne, hʼizkirina Xwedê rʼast nava wîda tʼemam e. Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda ne:


Delalno, ne ku tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, lê wê tʼemîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Tʼemîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye.


Û heger em zanin ku ew her tiştêd ku em jê dixwazin dibihê, usa jî em zanin çi ku em jê dixwazin, emê bistînin.


Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in,


Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan