Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 2 1:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Ji berpirsîyarê civînê, Xanima bijartî û zarʼêd wêrʼa, kʼîjana ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim, ne ku tʼenê ez, lê ew hʼemû jî, yêd ku rʼastîyê nas dikin,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Ji vî rihspiyî, ji sitiya bijartî û zarokên wê re, ji yên ku ez bi rastiyê ji wan hez dikim re. Ne tenê ez, lê hemû yên ku rastiyê dizanin jî ji wan hez dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Жь бәрпьрсийаре щьвине, Ханьма бьжарти у зарʼед ԝерʼа, кʼижана кӧ әз бь рʼастийе һʼьз дькьм, нә кӧ тʼәне әз, ле әԝ һʼәму жи, йед кӧ рʼастийе нас дькьн,

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 ژه مِنَ رِدین سِپی، بُ خانِما هاتی بِژارتِن و زارویِت وی، اَونه گو اَز ناو راستیه دا هَژه دِگَم، و نه تِنه اَز بَلگو تواوی اَونه گو راستیه ناس دِگَن،

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 2 1:1
25 Iomraidhean Croise  

Ez jî çawa yekî hê zûva rʼast pey wan hʼemû tişta diçûm, min rʼê têrʼa dît ku bi hûr-gilî terʼa binivîsim,


Hûnê rʼastîyê nas kin û rʼastîyê we aza ke».


Usa jî kirin, bi destê Barnabas û Şawûl berpirsîyarêd civînêrʼa şandin.


Silavê bidine Rʼûfoyê bijartîyê Xudan û dîya wî û usa jî çawa dîya min.


Lê gava min dît ku ewana nava rʼastîya Mizgînîyêda namînin, hingê li ber hʼemûya min gote Petrûs: «Heger tu cihû yî, mîna yekî necihû dijîyî û ne mîna cihûya, tu çawa dikî ser necihûya, ku bibine mîna cihûya?»


Lê me qet deqekê jî gurʼa wan nekir, ku rʼastîya Mizgînîyê nava weda hʼîmgirtî bimîne.


Gelî galatîyêd bêhʼiş! Kʼê serê we tʼijî kir? Ne axir Îsa Mesîh li ber çʼeʼvê we xaçbûyî hate dîyarkirinê?


Hûn rʼind pêşda diçûn! Kʼê hûn dane sekinandinê, ku êlimî rʼastîyê nebin?


Ev yek ji vê gumanê tê, ya ku eʼzmanada werʼa tê xweyîkirinê, bona kʼîjanê we bihîstîye, gava pêşda xebera Mizgînîyêye rʼast


ku dixwaze hʼemû meriv xilaz bin û rʼastîyê nas kin.


Çimkî heger me rʼastî nas kirîye qebûl kirîye û peyrʼa bi hʼemdê xwe nava gunada bimînin, îdî ji vir şûnda bona baxşandina guna qurban berga tʼu tiştî nagire,


Hûn li gora wê qirara Bav Xwedêye pêşda hatine bijartinê û bi Rʼuhʼê Pîroz buhurtî-jibare dibin, wekî guhdarîya Îsa Mesîh bikin û bi xûna Wîye rʼêtî bêne paqijkirinê: De bira kʼerem û eʼdilayî hê li we zêde be.


Ez hîvî ji berpirsîyarêd nava weda dikim, ez xwexa jî çawa berpirsîyar û şeʼdê cefêd Mesîh û heval-pʼarê wê rʼûmetê me, ya ku wê xuya be.


Civîna Babîlonêda li we silav dike, ya ku tʼevî we hatîye bijartinê, usa jî lawê min Marqos.


Ez werʼa nanivîsim, çawa ku hûn rʼastîyê nizanin, lê çawa ku hûn wê yekê zanin, usa jî zanin ku her derew ne ji rʼastîyê ye.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Zarʼêd xûşka teye bijartî li te silav dikin.


Niha ez hîvî ji te dikim, Xanimê, ez tʼemîke nû terʼa nanivîsim, lê ya ku berê pêşda li me hebû, ku em hʼemû hevdu hʼiz bikin.


Ji berpirsîyarê civînê, Gayosê delalrʼa, kʼîjanî ku ez bi rʼastîyê hʼiz dikim.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan