Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 5:7 - Peymana Nû (Încîl)

7 Çimkî ev hersêk in, ku şeʼdetîyê didin:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

7 Yên ku şahidiyê dikin sisê ne:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

7 Чьмки әв һәрсек ьн, кӧ шәʼдәтийе дьдьн:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

7 چون اَونه گو شَهادَته دِدَن سه نَ:

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 5:7
31 Iomraidhean Croise  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Lê heger guhdarîya te nekir, yekî yan duduyêd din jî tʼevî xwe hilde, wekî: ‹Bi devê du yan sê şeʼda her tişt îzbat be›.


Niha herʼin hʼemû mileta hîn kin û wana bi navê Bav, Kurʼ û Rʼuhʼê Pîroz binixumînin


Destpêbûnêda Xeber hebû. Xeber tʼevî Xwedê bû û Xeber Xwexa Xwedê bû.


Bavo, navê Xwe bilind ke». Hingê dengek ji eʼzmên hat: «Min bilind kir û Ezê dîsa bilind kim!»


Ew e ew Rʼuhʼê ku rʼastîyê eʼlam dike û dinya nikare Wî qebûl ke, çimkî ne Wî dibîne û ne jî Wî nas dike. Lê hûn Wî nas dikin, çimkî Ew tʼevî we dimîne û wê nava weda be.


Gava ew Piştovan bê, kʼîjanî Ezê ji Bavê werʼa bişînim, ew Rʼuhʼê ku wê rʼastîyê werʼa gilî ke, Yê ku ji Bavê dertê, hingê Ewê bona Min şeʼdetîyê bide.


Çimkî çawa Bav kanîya jîyînê ye, usa jî kir wekî Kurʼ Xwexa kanîya jîyînê be.


Ez bona Xwe şeʼdetîyê didim û Bavê ku Ez şandime jî bona Min şeʼdetîyê dide».


Îsa cab da: «Heger Ez xwexa rʼûmeta navê Xwe bilind kim, rʼûmeta navê Min ne tiştek e. Ew, Bavê Min e, Yê ku rʼûmeta navê Min bilind dike, kʼîjanîrʼa hûn dibêjin: ‹Xwedêyê me ye›.


Xwedê Ew hilkʼişand da kʼêleka Xweye rʼastê, Ewî jî Rʼuhʼê Pîrozî sozdayî ji Bavê stand û jorda barand, çawa ku hûn niha dibînin û dibihên.


Em şeʼdê van tişta ne, usa jî Rʼuhʼê Pîroz, kʼîjan Xwedê da wan, yêd ku gurʼa Wîda ne».


Em ser wê yekê werʼa dibêjin, çi ku serê sêrîda hebû, me ew yek bihîst, bi çʼeʼvê xwe dît, li Wî nihêrʼî û dest dane Wî: Ew Xebera jîyînê ye.


Eva ye, yê ku bi xûn û avê hat, Îsa Mesîh, ne ku tʼenê bi avê, lê bi xûn û avê. Û Rʼuhʼ e, yê ku şeʼdetîyê dide, çimkî Rʼuhʼ rʼastî ye.


Rʼuhʼ, av û xûn. Û şeʼdetîya van hersêka yek e.


Kʼinceke xûnêda kirî lê bû û navê Wî Xebera Xwedê bû.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan