Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 4:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Hezkirîno, ji her ruhî bawer nekin, lê ruhan biceribînin ka ew ji Xwedê ne an ne. Çimkî gelek pêxemberên derewîn derketin dinyayê.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Дәлално, баԝәрийа хԝә һәр рʼӧһʼи нәйньн, ле ԝан рʼӧһʼа бьщерʼьбиньн, гәло әԝ жь Хԝәде нә? Чьмки гәләк пʼехәмбәред дәрәԝ дәркʼәтьнә дьне.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 گَلی عزیزان، باواریا خو هر رِحَگه نَینِن، بَلگو اَوان امتحان گَن گو کانه ژه خدانَ آن نه. چون گو گَلَک پِیغَمبَرِت دِرَوین کَتنَ ناو دُنیایه دا.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 4:1
29 Iomraidhean Croise  

Hingê, heger yek werʼa bêje: ‹Mesîh va ye li vir e›, yan jî: ‹Wa ye dera han e›, bawer nekin.


Hûn çima xwexa nadine li ber hʼesaba, ku kʼîjan e rʼast?


Ewî got: «Haş ji xwe hebin, ku hûn neyêne xapandinê, çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û: ‹Ew wext nêzîk e›, pey wan neçin.


Ev cihû ji yêd Tʼêsalonîkê serwaxttir bûn, xebera Xwedê bi dil û can qebûl kirin û her rʼoj nivîsarada kʼûr dibûn, kʼa ev tişt usa ne.


Ez zanim pey çûyîna minrʼa gurêd devxûn wê bikʼevine nava we û hʼeyfa wan wê kêrî neyê.


yekî dinrʼa qewat, wekî kʼeremeta bike, yekî dinrʼa pʼêxembertî, yekî dinrʼa feʼmîna ku rʼuhʼa ji hev derxe, yekî dinrʼa zimanêd xerîb, yekîrʼa jî şirovekirina wan zimana.


Û ji pʼêxembera jî bira dudu bin, yan ya lape zeʼf sisê xeber din û yêd din bira eʼnene kin.


Pʼêxembertîya bêrʼûmet nekin.


Her tiştî bicêrʼibînin, tiştêd qenc qewîn bigirin.


hûn fikirê xweda zû şaş nebin û xwe unda nekin, ne pê pʼêxembertîyê, ne pê gotinê, ne jî pê neʼma yançîye me nivîsîbe: «Va ye Rʼoja Xudan îdî hatîye».


Rʼuhʼ aşkere dibêje, ku rʼojêd axirîyêda hinek wê ji bawerîyê bikʼevin, guh bidine rʼuhʼêd derewîn û hînkirinêd cina.


û merivêd xirabe xweyîfêl wê xirabîyêda pêşda herʼin, bixalifînin û bixalifin.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.


Delalno, ne ku tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, lê wê tʼemîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Tʼemîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye.


Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.


Delalo, çʼeʼv nede xirabîyê, lê qencîyê. Ewê ku qencîyê dike, ji Xwedê ye, lê ewê ku xirabîyê dike, ewî Xwedê nedîtîye.


Ez haş ji kirêd te, xebata te û sebira te heme. Ez zanim ku tu nikarî li xiraba tʼeʼmûl kî. Te ew jî cêrʼibandin, yêd ku xwe şandî hʼesab dikin, lê rʼast ne usa ne, te dît ku ew derewîn in.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan