Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 3:23 - Peymana Nû (Încîl)

23 Û ev e tʼemîya Wî, ku em bawerîya xwe navê Kurʼê Wî Îsa Mesîh bînin û em hevdu hʼiz bikin, çawa ku Ewî tʼemî li me kir.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

23 Emrê wî ev e ku em baweriya xwe bi navê Kurê wî Îsa Mesîh bînin û ji hevdû hez bikin, wek ku wî li me emir kiriye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

23 У әв ә тʼәмийа Ԝи, кӧ әм баԝәрийа хԝә наве Кӧрʼе Ԝи Иса Мәсиһ биньн у әм һәвдӧ һʼьз бькьн, чаԝа кӧ Әԝи тʼәми ль мә кьр.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

23 و اَمره وی اَوَیَ گو، اَم بِ ناوه گوره وی عیسیْ مسیحْ ایمانه بینِن و هَژَ یِگودو بِگَن، هَ وِسا گو بُ مَ اَمِر گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 3:23
24 Iomraidhean Croise  

Û ya duda jî mîna vê ye: ‹Hevalê xwe weke xwe hʼiz bike›.


Wê gavê eʼwrek derkʼet li ser wan kire sî û dengek ji eʼwr hat: «Ev e Kurʼê Minî delal! Guhdarîya Wî bikin!»


Lê ewêd ku Ew qebûl kirin û bawerîya xwe navê Wî anîn, Ewî da, ku heqîya wan hebe bibine zarʼêd Xwedê.


Ez tʼemîke nû didime we: Hevdu hʼiz bikin. Çawa ku Min hûn hʼiz kirin, hûn jî usa hevdu hʼiz bikin.


Bira dilê we neqilqile. Bawerîya xwe Xwedê bînin û bawerîya xwe Min jî bînin.


Ev e tʼemîya Min: Hevdu hʼiz bikin, çawa ku Min hûn hʼiz kirin.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Awa gava ku Îsa Cejina Derbazbûnêda li Orşelîmê bû, geleka ew nîşanêd ku Wî dikirin dîtin, bawerîya xwe navê Wî anîn.


Yê ku bawerîya xwe Wî bîne, dîwana wî nabe, lê ewê ku bawerayî xwe Wî nayne, îdî dîwana wî bûye jî, çimkî ewî bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedêyî tayê tʼenê neanî.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye».


Wana jî got: «Bawerîya xwe Xudan Îsa bîne, tê neferêd xweva xilaz bî».


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Lê bona hʼizkirina hindava xûşk-birada, tiştekî me tʼune werʼa binivîsin, çimkî hûn xwexa ji Xwedê hîn bûne, ku hev hʼiz bikin.


Vê gotinêda xêlif tʼune û lap hêjayî qebûlkirinê ye, ku: «Mesîh Îsa hate dinê, gunekʼara xilaz bike», serê kʼîjana ez im.


Awa we guhdarîya rʼastîyê kir û bi vî awayî xwe paqij kir, ku hʼizkirina we hindava xûşk-birada bê hʼilekʼarî be, niha bi dilê sax hevdu qayîm hʼiz bikin.


Berî her tiştî, hʼizkirina we hindava hevda bi dil û can be, çimkî hʼizkirin gelek guna dinixême.


Delalno, ne ku tʼemîke nû ez werʼa dinivîsim, lê wê tʼemîya kevine ku hûn berê pêşda zanin. Tʼemîya kevin ew xeber e, ya ku we pêşda bihîstîye.


Ev e ew gotin, ya ku we berê pêşda bihîstîye: Gerekê em hevdu hʼiz bikin.


Heger yek îqrar dike ku Îsa Kurʼê Xwedê ye, Xwedê nava wîda dimîne û ew jî nava Xwedêda.


Û Ewî ev tʼemî daye me: Ewê ku Xwedê hʼiz dike, ew gerekê birê xwe jî hʼiz bike.


Ez van tişta werʼa dinivîsim, yêd ku bawerîya xwe navê Kurʼê Xwedê tînin, wekî hûn bizanibin jîyîna weye hʼeta-hʼetayê heye.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan