Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 3:22 - Peymana Nû (Încîl)

22 Û çi ku bixwazin, emê ji Wî bistînin, çimkî em tʼemîyêd Wî diqedînin û ew tiştêd ku li Wî xweş tên, em wan dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

22 û em her çi bixwazin emê jê bistînin. Çimkî em emrên wî tînin cih û em tiştên ku li wî xweş tên dikin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

22 У чь кӧ бьхԝазьн, әме жь Ԝи бьстиньн, чьмки әм тʼәмийед Ԝи дьԛәдиньн у әԝ тьштед кӧ ль Ԝи хԝәш тен, әм ԝан дькьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

22 و هَچی دِشدا اَم بِخازِن، اَمه ژه وی بِستینِن، چون گو اَم اَمرِت وی تینِنَ جی و اَم وه شُله دِگَن گو اَوی راضی دِگَت.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 3:22
37 Iomraidhean Croise  

Ewî hê xeber dida, nişkêva eʼwrekî rʼonayî hat û ser wan kire sî, dengek ji eʼwr hat û got: «Ev e Kurʼê Minî delal, ku Ez jê rʼazî me. Guhdarîya Wî bikin!»


Heger bawerîya we hebe, hûn çi ku nava duada bixwazin, hûnê bistînin».


Bona vê yekê Ez werʼa dibêjim, hûn çi ku nava duada bixwazin, bawer bikin ku we îdî standîye û xwestina we wê bê sêrî.


Pê navê Min hûn çi bixwazin, Ezê bikim, wekî Bav pê Kurʼ bê rʼûmetkirinê.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Heger hûn nava Minda bimînin û gotinêd Min jî nava weda bimînin, hûn çi dixwazin bixwazin, wê werʼa bê dayînê.


Îsa li wan vegerʼand û got: «Şixulê Xwedê ev e, ku hûn bawerîya xwe Wî bînin, Yê ku Ewî şandîye».


Û Yê ku Ez şandime tʼevî Min e û Wî Ez tʼenê nehiştime, çimkî Ez her gav kirinêd ku Wî xweş tên, dikim».


Em zanin ku Xwedê dengê gunekʼara nabihê. Lê heger merivek xwedênas e û xwestina Wî dike, Xwedê dengê wî dibihê.


Xwedê dîna Xwe nedaye hʼemû zemanêd ku merivayîyê Ew nas nekirîye, lê niha her dera tʼemî li hʼemû meriva dike, ku ji gunekirinê vegerʼin.


Min bi meʼrîfetî hin hîvî ji cihûya, hin jî ji necihûya kir, ku vegerʼine berbi Xwedê û bawerîya xwe Xudanê me Îsa bînin.


Min her tişt standîye û nava hebûnêda me. Ew tiştêd ku we bi destê Êpafrodîto minrʼa şandine ew besî min in. Ew dayîna we bîneke xweş e, hʼedîya qebûl û li Xwedê xweş e.


wekî hûn bikaribin xwe usa xwey kin, çawa layîqî Xudan e, her alîyava li Wî xweş bên, her qencîkirinêda xweyîber bin, bi zanebûna Xwedê bigihîjin.


bira Ew we her tiştêd qencva hazir ke, ku hûn eʼmirê Wî bikin û Ew nava meda bi destê Îsa Mesîh tiştêd ku li Wî xweş tên bike. Şikir ji Wîrʼa be, hʼeta-hʼetayê! Amîn.


Heger serwaxtîya yekî ji we tʼêra wî nake, bira hîvî ji Xwedê bike û wê ji wîrʼa bê dayînê. Ew bi merʼdanî dide hʼemûya û tʼu kesî bêqedir nake.


Û gava hîvî dikin, nastînin, çimkî ser nêta xirabîyê hîvî dikin, wekî kʼêfêd dilê xwe derbaz kin.


Lema ber hev gunêd xwe bidine rʼûyê xwe û bona hev dua bikin, wekî hûn qenc bin. Duayê yê rʼast gelekî qewat e û hʼukum dike.


Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.


Em li ber Xwedê rʼûsipî ne, çimkî em zanin, heger em tiştekî li gora xwestina Wî jê bixwazin, Ew dengê me dibihê.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan