Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 3:12 - Peymana Nû (Încîl)

12 Mîna Qayîn nîbin, ku ji yê Xirab bû û birê xwe kuşt. Û bona çi ew kuşt? Çimkî kirêd wî xirab bûn, lê yêd birê wî qenc.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

12 Em ne wek Qayîn bin ê ku ji Yê Xerab bû û birayê xwe kuşt. Û çima wî ew kuşt? Ji ber ku kirinên wî bi xwe xerab bûn, lê yên birayê wî rast bûn.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

12 Мина Ԛайин нибьн, кӧ жь йе Хьраб бу у бьре хԝә кӧшт. У бона чь әԝ кӧшт? Чьмки кьред ԝи хьраб бун, ле йед бьре ԝи ԛәнщ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

12 اَم نابی بینا قائن بِن گو ژه اَوه شُل پیس بو و بِرایه خو گُشت. و بُچی اَو گُشت؟ چون گو شُله وی بوخو پیس بون و شُله بِرایه وی قَنج بون.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 3:12
31 Iomraidhean Croise  

Her kesê ku xebera Pʼadşatîyê dibihê û feʼm nake, yê Xirab tê tʼoximê dilê wîda çandî dirʼevîne. Eva ew in ku devê rʼê hatine çandinê.


Eʼrd dinya ye, tʼoximê qenc jî merivêd pʼara Pʼadşatîyê ne, lê zîwan merivêd pʼara yê Xirab in.


Hʼemû xûna bêsûce ku ser rʼûyê eʼrdê hatîye rʼêtinê wê bê ser we, ji xûna Habîlê bêsûc hʼeta xûna Zekerîyayê kurʼê Berexîya, ewê ku we nav pʼaristgeh û gorîgehêda kuşt.


Welî got: «Lê Evî çi xirabî kirîye?» Hingê wana hê kire qîrʼîn û gotin: «Bira bê xaçkirinê!»


Lê bira gotina we bibe ‹belê-belê› yan jî ‹na-na›. Ji vê zêdetir ji mîrêcin e.


ji xûna Habîl hʼeta xûna Zekerîya, ya ku nav gorîgehê û pʼaristgehêda hate rʼêtinê. Ez rʼast werʼa dibêjim, ji vî nisilî wê bê xwestinê.


Îsa wanrʼa got: «Min ji Bavê gelek kirêd qenc nîşanî we kirin. Hûn bona kʼîjan kirî Min didine ber kevira?»


Lê niha hûn dikin ku Min bikujin, yekî usa ku rʼastî ji Xwedê bihîstîye, werʼa dibêje. Birahîm tiştekî aha nekir.


Hûn kirêd bavê xwe dikin». Hingê Wîrʼa gotin: «Em rʼîya zinêkʼarîyêda dinê nekʼetine! Bavekî me heye, Ew jî Xwedê ye».


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Çimkî hûn jî xûşk-birano, kʼetine hʼalê wan civînêd Xwedêye pʼara Mesîh Îsa, ku li Cihûstanê ne, we jî xût ew cefa destê miletê xweda kʼişandin, çawa wan jî destê wan cihûyada,


Bi bawerîyê Habîl hʼedîke ji hʼedîya Qayîn çêtir da Xwedê. Bi wê bawerîyê ew hate begemkirinê çawa yekî rʼast, çimkî hʼedîyêd wî li Xwedê xweş hatin. Rʼast e Habîl mir, lê bi bawerîya xwe hê xeber dide.


û nêzîkî Îsayê ku navçêtîyê peymana nû dike û xûna Wîye rʼeşandî bûne, ku ji xûna Habîl qenctir xeber dide.


Ew pʼûtpʼarist eʼcêbmayî jî dimînin, wekî hûn tʼevî avîtîya wane bênamûsî nabin û navê xirab li pey we dixin.


Yê nava gunada dimîne, ew ji mîrêcin e, çimkî mîrêcin ji berê pêşda gune dike. Bona vê yekê Kurʼê Xwedê eʼyan bû, wekî kirêd mîrêcin xirab ke.


Wey li wan, ku rʼîya Qayînda çûn, mîna Bilam xalifîn, pey kʼara xwe kʼetine û mîna rʼaberîbûna Qorax wê bela xwe bibînin.


Min dîna xwe dayê, wê ew kʼulfeta pê xûna cimeʼta Xwedê û pê xûna şeʼdêd Îsa serxweş bûye. Gava ku min ew dît, ez gelekî eʼcêbmayî mam.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan