Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Ewê ku dibêje: «Ez nava Wîda me», gerekê usa bijî, çawa Îsa jît.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Yê ku bêje: «Ez bi wî re dimînim», divê wek ku Îsa rêve çûye, ew jî rêve here.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Әԝе кӧ дьбежә: «Әз нава Ԝида мә», гәрәке ӧса бьжи, чаԝа Иса жит.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هَچی کَسه دِبِژیت ناو ویدا دِمینیت، دِبی وِسا رِفتار گَت گو عیسی رِفتار دِگِر.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:6
14 Iomraidhean Croise  

Nîrê Min hildine ser xwe û ji Min hîn bin, çimkî Ez şkestî me û dilmilahîm im û hûnê xwerʼa rʼihʼetîyê bibînin.


Min nexşek nîşanî we kir, wekî çawa Min bona we kir, hûn jî usa bikin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Çʼeʼv bidine min, çawa ez jî çʼeʼv didime Mesîh.


û xwe li hʼizkirinê bigirin, çawa Mesîh jî em hʼiz kirin û jîyîna Xwe bona me da, Xwedêrʼa bû hʼedî û qurbana bînxweş.


Belê hûn vê yekêrʼa hatine gazîkirinê, çimkî Mesîh xwexa jî bona we cefa kʼişand û nexşek werʼa hişt, wekî hûn pʼêgeha Wîda herʼin.


Belê zarʼokno, nava Wîda bimînin, wekî çaxê Ew eʼyan be, em ji hatina Wî venekʼişin, li ber Wî şermî nemînin.


Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye.


Û ewê ku tʼemîyêd Wî xwey dike, nava Xwedêda dimîne û Xwedê jî nava wîda. Û em ji vê yekê zanin ku Ew nava meda dimîne, bi wî Rʼuhʼê ku Ewî daye me.


Her kesê ku nava Wîda dimîne, ew nava gunada namîne, lê her kesê ku nava gunada dimîne, ewî ne Ew dîtîye, ne jî nas kirîye.


Hʼizkirin aha dilê meda gihîştîye, wekî Rʼoja Axretê em rʼûsipî bin, çimkî Mesîh vê dinyayêda çawa derbaz kir, usa jî em derbaz dikin.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan