Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:3 - Peymana Nû (Încîl)

3 Bi wê yekê em zanin ku em Wî nas dikin, heger em tʼemîyêd Wî xwey kin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

3 Bi vê yekê em dizanin ku em wî nas dikin; eger em emrên wî bînin cih.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

3 Бь ԝе йәке әм заньн кӧ әм Ԝи нас дькьн, һәгәр әм тʼәмийед Ԝи хԝәй кьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

3 بِ وه یگه اَم دِزانِن گو مَ اَو ناس گِریَ هَگو اَم اَمرِت وی بیننَ جی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:3
26 Iomraidhean Croise  

Hûn çima Minrʼa ‹Xudan! Xudan!› dibêjin û wan tiştêd ku Ez werʼa dibêjim nakin?


Heger hûn Min hʼiz dikin, hûnê tʼemîyêd Min xwey kin.


Heger hûn tʼemîyêd Min xwey kin, hûnê hʼizkirina Minda bimînin, çawa ku Min tʼemîyêd Bavê Xwe xwey kirin û hʼizkirina Wîda dimînim.


Hûn dostêd Min in, heger hûn wan tʼemîyêd ku Ez didime we xwey dikin.


Ev e jîyîna hʼeta-hʼetayê, wekî ew Te nas kin, çawa Xwedêyê rʼastî bêşirîkî-bêheval û usa jî Îsa Mesîhê ku Te şandîye.


Wî Xwedêyê ku got: «Bira ji teʼrîyê rʼonayî derê», Wî xwexa dilê meda şewq da, wekî em rʼûmeta Xwedê nas kin, bi wê şewqa ku ji rʼûyê Mesîh dertê.


Gava wê yekêda hate kʼamilkirinê, bona hʼemûyêd ku guhdarîya Wî dikin, Ew bû kanîya xilazbûna hʼeta-hʼetayê


Ez werʼa dinivîsim, bavno, çimkî hûn Wî nas dikin, Yê ku berê pêşda heye. Ez werʼa dinivîsim, cahilno, çimkî hûn ser yê Xirab kʼetin.


Em zanin ku em ji mirinê derbazî jîyînê bûne, çimkî em xûşk-birayêd xwe hʼiz dikin. Ewê ku hʼiz nake, ew nava mirinêda dimîne.


Bi vê yekê emê zanibin ku em ji rʼastîyê ne û bikaribin bi dilekî rʼihʼet ber Xwedê bisekinin.


Her kesê ku nava Wîda dimîne, ew nava gunada namîne, lê her kesê ku nava gunada dimîne, ewî ne Ew dîtîye, ne jî nas kirîye.


Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda dimînin û Ew jî nava meda, çimkî Ewî ji wî Rʼuhʼê Xwe daye me.


Delalno, de em hevdu hʼiz bikin, çimkî hʼizkirin ji Xwedê ye û her kesê ku hʼiz dike ew ji Xwedê bûye û Xwedê nas dike.


Em zanin ku em ji Xwedê ne û tʼemamîya dinyayê bin hʼukumê yê Xirabda ye.


Bi vê yekê em zanin ku em zarʼêd Xwedê hʼiz dikin, gava em Xwedê hʼiz dikin û tʼemîyêd Wî diqedînin.


Çimkî bi vê yekê em hʼizkirina xwe hindava Xwedêda didine kʼifşê, gava em tʼemîyêd Wî xwey dikin. Û tʼemîyêd Wî ne giran in,


Hingê wî zîyayî hêrsa xwe li wê kʼulfetê rʼakir û çû, wekî şerʼê xwe tʼevî wan zarʼêd wêye mayîn bike, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û şeʼdetîya bona Îsa didin.


Awa li vir wê sebira cimeʼta Xwedê kêr bê, yêd ku tʼemîyêd Xwedê xwey dikin û hindava Îsada amin in.


Xwezî li wan, yêd ku çuxêd xwe şûştine, wekî îzina wan hebe, ji berê dara jîyînê bixwin û dergehêd bajêrrʼa bikʼevine hindurʼ!


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan