یوحنا 1 2:27 - Peymana Nû (Încîl)27 Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin. Faic an caibideilKurmanji Încîl27 Îcar heçî hûn in, ew Ruhê ku Mesîh hûn pê mesh kirine bi we re dimîne û hewcedariya we bi hînkirina tu kesî tune. Çimkî mesha wî, li ser her tiştî çawa hînî we bike, rast e, ne derew e û çawa hînî we kiribe, bi Mesîh re bimînin. Faic an caibideilПәймана Ну (Инщил)27 Ле чь дәрһәԛа ԝәда йә, әԝ Рʼӧһʼе кӧ ԝә жь Мәсиһ стандийә, нава ԝәда дьминә. Иди нә һʼәԝщә йә, кӧ йәк ԝә һин кә, чьмки Рʼӧһʼ бона һәр тьшти ԝә һин дькә у чь кӧ һин дькә рʼаст ә, нә дәрәԝ ә. Чаԝа Әԝи һун һинкьрьн, нав Мәсиһда ӧса бьминьн. Faic an caibideilکتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی27 بله راستا وَدا، اَو مسحا گو وَ ژه وی گِرتیَ، ناو وَدا دِمینیت و اون هَوجَیی هِنده نینِن گو چه کَس دَرسه بِدَتَ وَ. بَلگو مسحا وی راستا همو دِشدی دا دَرسه دِدَتَ وَ. اَو مسح حَقَ و دِرَو نینَ. هَ وِسا گو دَرس دایَ وَ، ناو ویدا بِمینِن. Faic an caibideil |