Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:20 - Peymana Nû (Încîl)

20 Lê we ji Mesîhê Pîroz Rʼuhʼ pʼêşkʼêş standîye û hûn hʼemû jî rʼastîyê zanin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

20 Lê hûn ji aliyê Yê Pîroz ve bi Ruh hatine meshkirin û hûn hemû jî rastiyê dizanin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

20 Ле ԝә жь Мәсиһе Пироз Рʼӧһʼ пʼешкʼеш стандийә у һун һʼәму жи рʼастийе заньн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

20 بله اون بِ اَوه مُقدس هاتنَ مسح بویین و اون همو راستیه دِزانِن.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:20
28 Iomraidhean Croise  

Ewî li wan vegerʼand û got: «Werʼa hatîye dayînê ku hûn surʼêd Pʼadşatîya Eʼzmana bizanibin, lê wanarʼa nehatîye dayînê.


«Tu çi ji me dixwazî, ya Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


«Rʼuhʼê Xudan li ser Min e, çimkî Ewî Ez bi rʼûnkirinê kʼifş kirim, wekî Mizgînîyê bidime feqîra, û Ez şandime hêsîrarʼa boy serbestîyê û korarʼa boy dîtinê dannasîn kim, azayîyê bidime bindesta


«Weyê! Tu çi ji me dixwazî Îsayê Nisretê? Tu hatîyî qirʼa me bînî? Ez zanim Tu kʼî yî. Tu Pîrozê Xwedê yî!»


Lê Piştovan, awa gotî Rʼuhʼê Pîroz, ku Bav wê bi navê Min bişîne, Ewê we hînî hʼemû tiştî ke û her tiştêd ku Min werʼa gotine, wê bîne bîra we.


Lê gava ew Rʼuhʼê Rʼastîyê bê, Ewê we berbi tʼemamîya rʼastîyê bibe. Çimkî Ewê ne ku xweserîxwe xeber de, lê çi ku bibihê, Ewê wê yekê bêje û tiştêd ku hê neqewimîne wê werʼa gilî ke.


çawa Xwedê Îsayê Nisretê bi Rʼuhʼê Pîroz û qewatê kʼifş kir, ku bi qencîkirinê gerʼîya û hʼemûyêd ku bin bindestîya mîrêcinda bûn qenc kirin, çimkî Xwedê tʼevî Wî bû.


We yê Pîroz û rʼast tʼexsîr kir û yê mêrkuj xwest ku werʼa bê berʼdanê.


Lê yê xweyî-Rʼuhʼê Xwedê her tiştî eʼnene dike, lê belê xwexa ji kesekî nayê eʼnenekirinê.


Tu heqîyê hʼiz dikî û dijenî neheqîyê, lema jî Xwedêyo, Xwedêyê Te Tu bi rʼûnê şabûnê rʼûnkirî, ji hevalêd Te zêdetir».


Hingê tʼu kes wê hevalê xwe yan birayê xwe hîn neke û nebêje: ‹Xudan nas bike›, çimkî hʼemû jî wê Min nas bikin, ji biçʼûkêd wan hʼeta mezina.


Lê çi derheqa weda ye, ew Rʼuhʼê ku we ji Mesîh standîye, nava weda dimîne. Îdî ne hʼewce ye, ku yek we hîn ke, çimkî Rʼuhʼ bona her tiştî we hîn dike û çi ku hîn dike rʼast e, ne derew e. Çawa Ewî hûn hînkirin, nav Mesîhda usa bimînin.


Bi vê yekê em zanin ku em nava Wîda dimînin û Ew jî nava meda, çimkî Ewî ji wî Rʼuhʼê Xwe daye me.


Lê ez dixwazim bînime bîra we, çawa hûn van hʼemû tişta zanin jî, ku Xudan cimeʼta Xwe ji welatê Misirê xilaz kir, paşê qirʼa yêd ku bawer nekirin anî.


Milyakʼetê civîna Filadelfyayêrʼa binivîse bêjê: Ewî pîroz, Ewî rʼast, aha dibêje, Yê ku xweyê kʼilîta Dawid e, ku vedike û tʼu kes nikare dade û dadide tʼu kes nikare veke:


Her çar rʼuhʼber jî şeş baskî bûn, ser û binva çʼeʼvava xit-xitî bûn. Û şev û rʼoj dengê xwe nedibirʼîn digotin: «Pîroz, pîroz, pîroz, Xudan Xwedêyê Hʼemû Zorayîyê, Yê ku hebû, Yê ku heye û Yê ku wê bê».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan