Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:18 - Peymana Nû (Încîl)

18 Zarʼno, va wextê axirîyê ye. Û çawa we bihîstîye ku ekʼsîmesîh wê bê, îdî gelek ekʼsîmesîh hatine. Ji wê yekê jî em zanin ku wextê axirîyê ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

18 Zarono, saeta dawî ye! Wek ku we bihîstiye, yê ku dijberê Mesîh e wê bê û niha jî gelek dijberên Mesîh derketine. Ji wê yekê em dizanin ku saeta dawî ye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

18 Зарʼно, ва ԝәхте ахьрийе йә. У чаԝа ԝә бьһистийә кӧ әкʼсимәсиһ ԝе бе, иди гәләк әкʼсимәсиһ һатьнә. Жь ԝе йәке жи әм заньн кӧ ԝәхте ахьрийе йә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

18 گَلی زاروگان، آخِرزمانَ، و هَ وِسا گو وَ بیهیستیَ ’ضِدّ مسیحْ‘ وِیَ تِت، هَ نَهَ ژی گَلَک اَونه گو له ضِدّ مسیحِن هاتنَ. بَهنده اَم دِزانِن گو آخِرزمانَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:18
24 Iomraidhean Croise  

Gelek pʼêxemberêd derew wê derkʼevin û geleka bixalifînin.


Çimkî mesîh û pʼêxemberêd derew wê derên, nîşan û kʼeremetêd mezin bikin, ku bikaribin bijartîyêd Xwedê jî bixalifînin.


çimkî gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.


Gelek wê pê navê Min bên û bêjin: ‹Ez im Mesîh› û wê geleka bixalifînin.


Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Na».


Vê yekê bikin, çimkî hûn zanin ev çi zeman e. Niha îdî wext e hûn ji xewê hʼişyar bin, çimkî niha xilazbûn hê nêzîkî me ye, ne ku hingê gava me bawer kir.


Şev gelek çûye, sibeh nêzîk bûye, awa kirêd teʼrîstanîyê em ji xwe dûr xin û çʼekêd rʼonayîyê ser xweva kin.


lê van rʼojêd axirîyêda pê Kurʼê Xwe merʼa xeber da, Kʼîjan ku kʼifş kir, wekî axirîyê bibe xweyîwarê her tiştî û bi Wî jî eʼrd û eʼzman eʼfirand.


Ew hê berî destpêbûna dinyayê kʼifşkirî bû, lê van axirîyada bona we eʼyan bû.


Û qewata Xwedê pê bawerîya we, we xwey dike, bona wê xilazbûna hazirkirî, ya ku axirîya zemênda wê xuya be.


Axirîya her tiştî nêzîk bûye. Awa serwaxt û ser xwe bin, ku bikaribin dua bikin.


Pʼêxemberêd derew jî nava cimeʼta Îsraêlêda derkʼetine, çawa li nava weda jî wê dersdarêd derew derên. Ewê hînkirinêd zewal vedizine nava we, wî Xweyîyê ku ew kʼirʼîn jî înkʼar kin û zûtirekê belayê bînine serê xwe.


Berî her tiştî vê yekê zanibin ku rʼojêd axirîyêda merivê derên, qerfê xwe xwedênasa bikin, ewê bi xwestina dilê xwe bimeşin


Kʼî ye derewîn? Hema ew e, yê ku dibêje: «Îsa ne Mesîh e». Ew e ekʼsîmesîh, yê ku Bav û Kurʼ înkʼar dike.


Delalno, bawerîya xwe her rʼuhʼî neynin, lê wan rʼuhʼa bicêrʼibînin, gelo ew ji Xwedê ne? Çimkî gelek pʼêxemberêd derew derkʼetine dinê.


Lê her rʼuhʼê ku Îsa bi xûn û goşt hatî îqrar nake, ew ne ji Xwedê ye. Ev ji ekʼsîmesîh e, bona kʼîjanî we bihîstibû ku wê bê û îdî ew li dinyayêda ye.


Gelekêd ku xelqê ji rʼê derdixin hatine dinê, ew Îsa Mesîh bi xûn û goşt hatî îqrar nakin. Yêd aha xelqê ji rʼê derdixin û ekʼsîmesîh in.


ku werʼa digotin: «Rʼojêd axirîyêda merivêd qerfkir wê derên, pey xwestinêd dilê xweye nepʼak herʼin».


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan