Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:15 - Peymana Nû (Încîl)

15 Dinyayê hʼiz nekin, ne jî wan tiştêd ku dinyayêda ne. Heger yek dinyayê hʼiz dike, hʼizkirina Bavê nava wîda tʼune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

15 Ji dinyayê û tiştên ku di dinyayê de ne, hez nekin. Eger yek ji dinyayê hez bike, hezkirina Bav bi wî re tune.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

15 Дьнйайе һʼьз нәкьн, нә жи ԝан тьштед кӧ дьнйайеда нә. Һәгәр йәк дьнйайе һʼьз дькә, һʼьзкьрьна Баве нава ԝида тʼӧнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

15 هَژَ دُنیایه نَگَن آن هَچی دِشدا گو تِدایَ. هَگو کَسَگ هَژَ دُنیایه بِگَت، هَژه گِرِنا بابو ناو ویدا نینَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:15
15 Iomraidhean Croise  

Hingê mîrêcin Ew bir rʼakire ser çʼîyakî gelekî bilind û hʼemû pʼadşatîyêd dinyayê, rʼewşa wanva nîşanî Wî dan


Tʼu kes nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin.


Xulamek nikare du axarʼa xulamtîyê bike, çimkî yan wê hʼîlê wî ji yekî herʼe û yê dinê hʼiz bike, yan jî wê qedirê yekî bigire û yê dinê bêhurmet ke. Hûn nikarin hin Xwedêrʼa, hin jî hebûkêrʼa xulamtîyê bikin».


Heger hûn pʼara dinyayê bûna, dinyayê yêd xwe hʼiz bikira. Lê Min hûn ji dinyayê bijartine, hûn ne pʼara dinyayê ne, lema dinya dijene we.


Û nekʼevine kirasê bendê vê dinyayê, lê bi nûbûyîna hʼişê xwe werine guhastinê, wekî bizanibin çi ye qirara Xwedê, ku qencî, xweşî û kʼamilî ye.


Çima ez niha dikim meriv ji min rʼazî bin, yan Xwedê? Yan gelo ez dikim ku li meriva xweş bêm? Heger min hê bixwesta ez li meriva xweş bihatama, min nikaribû ez bibûma xulamê Mesîh.


gava hûn pey eʼdetêd vê dinê diçûn, li gora xwestina mîrê serwêrtîya vê hewê, wî rʼuhʼê ku niha jî nava wan merivada ya xwe dike, yêd ku ne gurʼa Xwedêda ne.


Çimkî pʼerehʼizî kanîke her cûrʼe xirabîyê ye. Hineka xwe dane wê, ji bawerîyê xalifîn û xwe kirine xweyê kul û derda.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Bêeʼsilno! Hûn nizanin kʼê vê dinê hʼiz dike, ew neyartîyê li Xwedê dike? Awa kʼî dixwaze bibe yarê dinê, ew xwe dike neyarê Xwedê.


Lê heger hebûka yekî vê dinê hebe û birê xwe hʼewcê tiştekî dibîne, dilê wî ser naşewite, hʼizkirina Xwedê çawa dikare dilê wîda bimîne?


Ew ji dinyayê ne, lema ew ji dinyayê xeber didin û dinya guhdarîya wan dike.


Yê ku bawerîya xwe Kurʼê Xwedê tîne, nava wîda ev şeʼdetî heye. Yê ku bawerîya xwe Xwedê nayne, ew Xwedê derew derdixe, çimkî bawerîya xwe wê şeʼdetîyê nayne, ya ku Xwedê bona Kurʼê Xwe şeʼdetî da.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan