Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:11 - Peymana Nû (Încîl)

11 Lê ewê, ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew nava teʼrîyêda ye, nava teʼrîyêda digerʼe û nizane kʼuda diçe, çimkî teʼrîyê çʼeʼvêd wî kor kirine.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

11 Lê yê ku ji birayê xwe nefret dike, di tariyê de ye, di tariyê de rêve diçe û nizane ku diçe ku derê, çimkî tariyê çavên wî kor kirine.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

11 Ле әԝе, кӧ бьре ԝи бәр чʼәʼва рʼәш ә, әԝ нава тәʼрийеда йә, нава тәʼрийеда дьгәрʼә у ньзанә кʼӧда дьчә, чьмки тәʼрийе чʼәʼвед ԝи кор кьрьнә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

11 بله هَچی کَسه گو نَفرَته بِرایه خو بِگَت، ناو تاریتیه دایَ و ناو تاریتیه دا ره دِچیت. اَو نِزانیت کِوَ دِچیت، چون گو تاریتیه چاوه وی گُورَ گِریَ.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:11
16 Iomraidhean Croise  

Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


«Xwedê çʼeʼvêd wan kor kirin û ava rʼeş anî ser hʼişê wan, wekî bi çʼeʼva nebînin, bi hʼişa feʼm nekin û venegerʼin ku Ez wan qenc kim».


Belê ew sewdayê xweda feʼmekorî bûn û hʼeta îro jî gava peymana kevin dixûnin, xût ew xêlî ser feʼmê wan dimîne. Ew hingê tê hildanê, gava ew dibine pʼara Mesîh.


Mîrê vê dinyayêyî neheq şeverʼeşa kora anîye ser feʼmê nebawera, wekî rʼonaya Mizgînîya rʼûmeta Mesîh nede ser wan, Yê ku sûretê Xwedê ye.


Çimkî em jî wextekê bêfeʼm bûn, xweserîxwe, xalifî û xulamêd cûrʼe-cûrʼe temêd xirab û kʼêfa dilê xwe bûn, me nava xirabîyê û hʼevsûdîyêda dijît, em mîna meʼrê rʼeş, li ber çʼeʼvê hev rʼeş bûn.


Lê li cem kʼê ev şuretana tʼunene, ew çʼeʼvada haqas meʼrim e, wekî qet nabîne û bîr kirîye ku ji gunêd xweye berê paqij bûye.


Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin.


Ewê ku birê xwe hʼiz dike, nava rʼonayêda dimîne û nabe sebeb, ku hinek ji rʼê bikʼevin.


Ewê ku dibêje: «Ez nava rʼonayêda me», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew hela hê nava teʼrîyêda ye.


Her kesê ku birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew mêrkuj e û hûn zanin ku nava tʼu mêrkujîda jîyîna hʼeta-hʼetayê tʼune.


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Tu dibêjî: ‹Ez dewletî me, wê yekêda gelek pêşda çûme, qet hʼewcê tʼu tiştî nîme›. Lê tu nizanî ku tu meʼrim, rʼeben, belengaz, kor û teʼzî yî.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan