Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 2:1 - Peymana Nû (Încîl)

1 Zarʼokêd min, ez vê yekê werʼa dinivîsim, wekî hûn guna nekin, lê heger yek gune bike, li cem Bavê piştgirê me, Îsa Mesîh, Yê Heq heye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

1 Zarokên min ên delal, ez van tiştan ji we re dinivîsim, da ku hûn guneh nekin. Lê eger yek guneh bike, li ba Bav, mehdervanê me Îsa Mesîhê rastdar heye.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

1 Зарʼокед мьн, әз ве йәке ԝәрʼа дьньвисьм, ԝәки һун гӧна нәкьн, ле һәгәр йәк гӧнә бькә, ль щәм Баве пьштгьре мә, Иса Мәсиһ, Йе Һәԛ һәйә.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

1 اَی زارویِت مِن یه دَلال، اَز وانَ بُ وَ دِنِویسِم گو اون گُنَها نَگَن. بله هَگو کَسَگ گُنَهه بِگَت، مَ لاره بابو شفیعَگ هَیَ، آنی عیسیْ مسیحه صالِح.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 2:1
47 Iomraidhean Croise  

Her tişt ji Bavê Min Minrʼa hatîye dayînê. Kesek nizane Kurʼ kʼî ye, pêştirî Bavê û kesek nizane Bav kʼî ye, pêştirî Kurʼ û yêd ku Kurʼ bixwaze wanva Bavê bide naskirinê».


çawa ku Bav Min nas dike, Ez jî usa Wî nas dikim û eʼmirê Xwe bona pezêd Xwe didim.


Lawno! Ez gelek wext tʼevî we namînim. Hûnê li Min bigerʼin, lê niha Ez werʼa dibêjim, çawa ku Min cihûyarʼa jî got, hûn nikarin bêne wî cîyê ku Ez diçimê.


Ezê jî ji Bavê hîvî kim û Ewê Piştovanekî din bide we, wekî hʼeta-hʼetayê tʼevî we bimîne.


Îsa wîrʼa got: «Ez im, rʼê, rʼastî û jîyîn. Tʼenê pê Min yek dikare bê cem Bavê.


Hingê Îsa gote wan: «Lawikno! We tişt negirtîye?» Wana lê vegerʼand û gotinê: «Na».


Pey vê yekêrʼa Îsa ew pʼaristgehêda dît û jêrʼa got: «Binihêrʼe, tu qenc bûyî! Îdî guna neke, wekî tiştekî hê xirab neyê serê te».


Lê ew şeʼdetîya bona Min ser şeʼdetîya Yûhʼennarʼa ye. Çimkî ew şixulêd ku Bavê spartine Min, wekî Ez wan bînime sêrî, hema ew şixul in, yêd ku Ez dikim, şeʼdetîyê bona Min didin, ku Bavê Ez şandime.


Bona xwarina pʼûçʼ nexebitin, lê bona wê xwarinê bixebitin, ya ku jîyîna hʼeta-hʼetayêda dimîne, kʼîjanê Kurʼê Mêriv wê bide we, çimkî Bav Xwedê mora Xwe li Wî xistîye».


Ewê gote Wî: «Tʼu kes nema, ez xulam!» Û Îsa gotê: «Ez jî te neheq nakim. Herʼe û îdî ji vir şûnda guna neke».


Kal-bavêd we ji pʼêxembera kʼîjan nezêrandin? Ewêd ku hê berêda bona hatina Yê Rʼast digotin, dikuştin. Û va niha jî we nemamîya Wî kir û kuşt.


Heger em tʼevî Xwedê bi mirina Kurʼê Wî li hev hatin, gava eme neyar bûn, lê hê çiqas zêde pê wê lihevhatinê emê bi jîyîna Wî xilaz bin.


Îdî çi? Em guna bikin, çimkî ne bin qanûnêda ne, lê bin kʼeremê? Tʼu car!


Kʼî dikare wan neheq ke? Mesîh Îsa ye ku bona wan mir, lê belê ji mirinê rʼabû jî û kʼêleka Xwedêye rʼastê ye, bona me lava-navçêtîyê dike.


Rʼast bifikirin, ser hʼişê xweda werin, îdî guna nekin, çimkî hinek ji we hê Xwedê nas nakin, ez vê yekê dibêjim, ku hûn şerm bikin.


Ewî ku heleqetîya Wî tʼevî guna tʼunebû, Xwedê Ew bona me kire heval-pʼarê guna, wekî em yektîya Wîda bibine heval-pʼarêd rʼastîya Xwedê.


Lawêd min, ez niha dîsa bona we mîna êşa kʼulfeta dikʼişînim, hʼeta ku Mesîh nava weda bigihîje.


Çimkî bi saya Wî, îzina me her duya jî heye, bi Rʼuhʼekî nêzîkî Bavê bin.


Heger hûn hêrs kʼevin, guna nekin, bira rʼo ser hêrsa werʼa neçe ava


Çimkî Xwedêk heye û nava Xwedê û merivada jî navçêtîk, Mesîh Îsayê Meriv,


Ez ku van tişta terʼa dinivîsim, guman heye ezê zûtirekê ser teda bêm.


Çimkî Mesîh ne ku kʼete pîrozgeha pê desta çêkirî mîna sûretê ya rʼast, lê hema xût kʼete eʼzmên, wekî niha bona me li ber Xwedê bisekine.


Li ber Bav Xwedêyê me xwedênasîya rʼast û bêqusûr ev e: Teʼlî-tengîyada dest bavêjine sêwîya û jinebîya û hʼevza xwe jî ji lekʼêd dinê bike.


Em bi wî şikirîyê didine Xudan û Bav, bi wî jî nifirʼa mêriv dikin, yêd ku dilqê Xwedêda hatine xuliqandinê.


Ewî gune nekir û zarê Wîda hʼilekʼarî tʼunebû.


Çimkî Mesîh carekê bona her tʼim bona guna cefa kʼişand, Yê heq bona neheqa, wekî me nêzîkî Xwedê ke. Ew alîyê bedenîda hate kuştinê, lê alîyê rʼuhʼanîda jîyînêrʼa hate vegerʼandinê.


Zarʼokno, ne ku em bi xeber yan zarê xwe hʼiz bikin, lê bi kira û rʼastîyê.


Û hûn zanin ku Mesîh bona wê yekê eʼyan bû, wekî guna hilde û nava Wîda gune tʼune.


Zarʼokno, bira tʼu kes we nexapîne. Yê ku rʼastîyê dike, ew yekî rʼast e, çawa Îsa rʼast e.


Hûn ji Xwedê ne, zarʼokno û hûn ser pʼêxemberêd derew kʼetine, çimkî Ew Rʼuhʼê nava weda ji wî rʼuhʼê ku nava dinyayêda ye mestir e.


Hʼemû neheqî gune ye, lê gune heye ku nabe berbi mirinê.


Zarʼokno, xwe ji pʼûtpʼaristîyê xwey kin.


Şabûna mine ji vê mestir tʼune, çaxê dibihêm ku zarʼêd min nava rʼastîyêda dijîn.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan