Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -




یوحنا 1 1:6 - Peymana Nû (Încîl)

6 Heger em bêjin: «Em Xwedêva tʼevgirêdayî ne», lê teʼrîyêda bigerʼin, em derewa dikin û rʼastîyê nakin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Kurmanji Încîl

6 Eger em bêjin: «Hevpariya me bi wî re heye» û hê jî em di tariyê de rêve herin, em derewan dikin û li gor rastiyê nakin.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

Пәймана Ну (Инщил)

6 Һәгәр әм бежьн: «Әм Хԝәдева тʼәвгьредайи нә», ле тәʼрийеда бьгәрʼьн, әм дәрәԝа дькьн у рʼастийе накьн.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac

کتاب مقدس به زبان کردی شیکاکی

6 هَگو اَم بِژِن مَ گَل ویدا هَوالَتی هَیَ بِ وه حالی گو اَم ناو تاریتیه دا ره دِچِن، اَم دِرَوا دِگَن و اَم راستیه ناینَ جی.

Faic an caibideil Dèan lethbhreac




یوحنا 1 1:6
25 Iomraidhean Croise  

Wê Rʼojê gelekê Minrʼa bêjin: ‹Xudan! Xudan! Ne me bi navê Te pʼêxembertî kirin û bi navê Te cin derxistin û bi navê Te gelek kʼeremet kirin?›


Lê heger yek şevê bigerʼe, ew dilikʼume, çimkî tʼevî wî rʼonayî tʼune».


Îsa wanrʼa got: «Hinek wext jî rʼonayî wê tʼevî we be. Hʼeta ku rʼonayî tʼevî we ye, bimeşin, nebe ku teʼrî ser weda bê. Ewê ku teʼrîyêda dimeşe, ew nizane kʼuda diçe.


Ez çawa rʼonayîdar hatime dinyayê, wekî her kesê ku bawerîya xwe Min bîne, teʼrîyêda nemîne.


Îsa dîsa tʼevî wan xeber da û got: «Ez im rʼonaya dinyayê. Ewê ku pey Min bê, wê tʼu car teʼrîyêda negerʼe, lê wê rʼonaya wîye jîyînê hebe».


Hûn Wî qet nas nakin, lê Ez Wî nas dikim. Heger Ez bêjim, Ez Wî nas nakim, Ezê jî mîna we derew derêm, lê Ez Wî nas dikim û gotina Wî xwey dikim.


Ew hînkirin bi durʼûtîya derewîna dibin, îsafa kʼîjana kʼizirî ye.


Çi feyde xûşk-birayêd min, heger yek bêje ku bawerîya wî heye, lê kirêd wî tʼunebin? Gelo eva bawerîya dikare wî xilaz ke?


ji we yek wanrʼa bêje: «Bi xêr û silamet herʼin, germ û tʼêr bin», lê tiştêd ku ew hʼewce bin nede wan, çi feyde?


Lê yekê bêje: «Bawerîya te heye, kirêd min hene». Lê ezê bêjim: Kʼa bawerîya xwe bê kirina nîşanî min ke, ezê jî bawerîyê bi kirinêd xweva nîşanî te kim.


Heger em bêjin: «Me gune nekirîye», em Wî derewîn derdixin û xebera Wî nava meda tʼune.


Ew tiştê ku me dît û bihîst em werʼa jî dibêjin, wekî hûn jî meva tʼevgirêdayî bin û ev tʼevgirêdana me jî tʼevî Bav û Kurʼê Wî Îsa Mesîh e.


Heger em bêjin: «Gunê me tʼune», em xwexa xwe dixapînin û rʼastî nava meda tʼune.


Yê ku dibêje: «Ez Wî nas dikim», lê tʼemîyêd Wî naqedîne, ew derewîn e û rʼastî nava wîda tʼuneye.


Heger yek bêje: «Ez Xwedê hʼiz dikim», lê birê wî ber çʼeʼva rʼeş e, ew derewa dike. Heger ewê birê xwe ku dibîne hʼiz nake, ew nikare Xwedê hʼiz bike ku nabîne.


Lean sinn:

Sanasan


Sanasan