Methelokên 1 - Methelokên Hezretê Silêman 1947Bir 1 1 Ev in methelokên Silêman, kurê Dawûd, qralê Israilistanê. 2 Ji bona hînbûna sehrezayî û rêz û rêzikan û ji bona sehkirina gotinên eqilmendiyê; 3 Ji bona standina dersên çavvekirinê, pakdiliyê û çeyî û rastdiliyê. 4 Da ko mirovên adetî bibin fêris û xort bibin eqilmend û çavvekirî. 5 Bila eqilmend guh bide, pê zanîna wî dê bibe bêtir û yê ko zêrek e pê bibe çêtir, 6 Da ko ew bikare bigehe mana şîretekê an mamikekê û gotina bîreweran û axaftinên di wan seh bike. 7 Tirsa Xwedê destpêka zanînê ye; yên bêkêr qedrê birewerî û hînbûnê na girin. 8 Kurê min, bide pey rêz û rêzikên bavê xwe û dev ji şîretên deya xwe bermede; 9 Pêkanîna wan ji te re gewher û ji stoyê te re gerdinîyek e. 10 Kurê min, çaxa ko gunehkar dikin te ji rê derînin, guh me de wan. 11 Heke wan got: were bi me re, em ê bi qesda kuştinê kemînekê deynin pêşîya xelkê, bi dizîka bidin pey bêsûçan û dirêji wan bikin; 12 Bila, em mîna agirê dojehê ê xurt bi wan kevin û weke gora ko miriyan daqurtîne wan daqurtînin; 13 Em dixwazin dest bavêjin talanine hêja û pê malên xwe tejî bikin; 14 Bila, para te jî tê de hebe; ew talan wê bibe ya me û ya te. 15 Kurê min, bi wan re bi rê me keve; lingê xwe ji şîvereya wan bi şûnda bikişîne; 16 Ji ber ko reya wan digehe xirabiyê û qesda wan a har rijandina xwîna bêçareyan e. 17 Bêfeyde ye avêtina torekê pêş çavên yên ko xwedî per û bask in: 18 Ew, xwe bi xwe kemîna datînin pêşîya xwe û çavnêriya rijandina xwîna xwe dikin 19 Dawiya hemî mirovên çavbirçî ev e; çavtengî xwediyê xwe winda dike. 20 Eqilmendî di nav kûçe û kolonan de ban dike, û di gasinan de bi dengekî bilind dipeyive; 21 Di derîzana dergehê kelatan de, di nav komên mirovan de gotina xwe dibêje; dengê xwe dide bihistin; 22 Gelî bêhişan, heta kengê hon dikin bêhiş bimînin û dilê xwe bi henekan bi gotinine beredayî şa bikin û heta kengê bodile nefiran li zanînê bikin? 23 Rûyê xwe bidin min û guh bidin şîretên ko ez pê li we dişidînim; ez pendên dil û canê xwe li we belaw dikim, ezê gotinên xwe ji we re bidim seh kirin… 24 Lê, herwekî ez banî we dikim û hon guh na dine min, û herwekî ez destê xwe didime we û tu kes vî destî na gire; 25 Ji ber ko hon şîretên min davêjin pişt guhê xwe û hejî pendên min bi yên ko ez li we dişidînim na kin; 26 Ez jî, dema ko hon ê bikevin helaketê, dê bikenim; ez ê henekê xwe bi we bînim, çaxa ko tirs û tomet dora we, ê bigire; 27 Dema ko tirs mîna bazorekî bihna we dê biçikîne û kambaxî weke bablîsokekî dora we wê bigire û çaxa ko zarî û tengasî zora we dê bibe. 28 Hingê, ew ê banî min bikin lê ez li wan venagerînim; ew ê li min bigerin lê min peyda na kin. 29 Ji ber ko wan guh ne didan pend û şiretan û ne dixwestin tirsiyarê Xudayê xwe bibin; 30 Ji ber ko wan hejî şiretên min ne dikirin û bi cezayên ko min pêş wan dikir henekê xwe dianîn, 31 Bila niho fêkiyên emelê xwe bixwin, û bi şiretên xwe ên kirêt têr bibin. 32 Serhişkiya bodileyan wan dikuje û xweşiya ehmeqan wan winda dike; 33 Lê, yê ko guh dide min, bi rahetî wê pal bide, di xweşiyê de rojên xwe derbas bike û tirs na keve dilê wî. |
© Civata Kitêba Miqedes ya brîtanî û biyanî 1947
© British and Foreign Bible Society 1947
British & Foreign Bible Society