Zekeriya 9 - Kurmanji ÎncîlDadbarkirina dijminên gelê Îsraêl 1 Peyam: Gotina Xudan a li dijî welatê Hadrakê û Bajarê Şamê ev e: Çimkî çavê mirovan, Bi taybetî jî çavê hemû eşîrên Îsraêl, Li Xudan e. 2 Tevî ku ew gelek şehreza ne, Ev peyv li dijî Hamayê ye ku li ser sînorê wê ye Û li dijî bajarên Sûr û Saydayê ye jî. 3 Sûrê ji xwe re kelehekê çêkir. Wan bi qasî axê zîv, Bi qasî heriya kuçeyan zêr da hev. 4 Lê va ye, wê Reb mal û milkê wî hilde Û hêza wî ya deryayî bavêje. Wê bajar bi êgir bê daqurtandin. 5 Wê Aşqelon bibîne û bitirse, Wê Xeza êşan bikişîne. Wê Eqron jî wisa bike, Çimkî hêviya wê tefiyaye. Wê Xeza bêpadîşah bimîne, Wê şêniyê Aşqelonê nemîne. 6 Wê li Aşdodê xelkê bêesil rûne, Ezê quretiya Filîstiyan bişikênim. 7 Ezê goştê bixwîn ê devê wan, Xwarinên kirêt ên di nav diranên wan de derxim. Kesên mayî jî wê bi Xwedayê me ve bêne girêdan. Wê wekî eşîreke li Cihûdayê bin, Wê Eqron bibe mîna Yevûsiyan. 8 Ezê li derdora Mala xwe artêşgehekê deynim Û bibim nobedar ku kesek neçe û neyê. Wê zordarek careke din li ser gelê min derbas nebe, Çimkî êdî çavê min nobedar e. Padîşahê gelê Xwedê tê 9 Ya Siyona keç, gelek şa be! Ya Orşelîma keç, biqîre! Va ye padîşahê te ber bi te ve tê! Ew rast e û rizgar dike. Ew nefsbiçûk e û li kerê, Belê li dehşikê, li dehşikê kerê siwar dibe. 10 Wê erebeyên şer ji Efrayîmê, Hespan ji Orşelîmê tune bike. Wê kevanên şer tune bibin. Wê padîşahê we, gotina aştiyê ji miletan re bêje. Wê serweriya wî ji deryayan heta deryayan, Ji Çemê Feratê heta binê dinyayê be. 11 Lê herçî hûn in, Ji ber xwîna qurbana peymana ku min bi we re kiriye, Ezê girtiyên we ji bîra bêav azad bikim. 12 Ya girtiyên hêviyê, vegerin keleha xwe! Îro ez wisa radigihînim ku tiştên we winda kiriye, Ezê du qatê wê li we vegerînim. 13 Ezê wekî kevanê xwe Cihûdayê bitikînim Û wekî tîrên xwe Efrayîmê di nav de deynim. Ya Siyon, ezê kurên te hişyar bikim! Ya Yewnanistan, ezê wan li dijî kurên te derxim. Ya Siyon ezê te wekî şûrê mêrxasekî bi kar bînim! Wê Xwedê xuya bike 14 Wê Xudan li ser wan xuya bike, Wê tîrê wî mîna brûskê bavêje. Wê Reb Xudan li boriyê bixe Û bi bagerên başûr bi pêşve here. 15 Wê Xudanê Karîndar wan ji jorê biparêze. Wê gel dijminan bixwe, Wê bi kevirên berkaniyan têk herin. Çawa ku şerabê vexwaribin, Wê bikin orînî. Wekî tasa qurbanê tije, Çawa ku kujên gorîgehê tije dibin, Wê têr bibin. 16 Wê rojê, wê Xwedayê wan Xudan Wekî pêz gelê xwe rizgar bike. Wekî kevirên tacekê, Wê li ser welatê wî bibiriqin. 17 Çimkî qencî û xweşiyên wî pir zêde ne! Wê xort bi dexil, Wê keç bi şeraba nû xurt bibin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey