Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 8 - Kurmanji Încîl


Soza pîrozkirina Orşelîmê

1 Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got:

2 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ez gelekî xîretkêşê Siyonê me. Ez bi xezeba mezin xîretkêşê wê me.’

3 Xudan wiha dibêje: ‘Ez vegeriyam Siyonê û ezê li Orşelîmê bi cih bibim. Wê ji Orşelîmê re Bajarê Dilsoz, ji çiyayê Xudanê Karîndar re Çiyayê Pîroz bê gotin.’

4 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Jin û mêrên kal wê careke din ji ber temenên xwe yên dirêj, bi gopalên xwe li meydanên Orşelîmê rûnin.

5 Wê meydanên bajêr bi kur û keçên ku dileyizin bên dagirtin.’

6 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ev di çavê gelê ji sirgûnê mayî de nepêkan e, ma wê di çavê min de jî nepêkan be?’ Ev e gotina Xudanê Karîndar.

7 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê gelê xwe ji welatên rojhilat û rojava rizgar bikim.

8 Ezê wan bînim û wê li nava Orşelîmê rûnin. Wê bibin gelê min, ezê bi dilsozî û edaletê bibim Xwedayê wan.’

9 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Bila destê we hêzdar be. Hûn di van rojan de wan gotinan dibihîzin ku devê pêxemberan got. Ew pêxemberên ku gava bingeha Perestgehê, hîmê Mala Xudanê Karîndar hat danîn, li wir bûn.

10 Beriya wan rojan destmiza mirovan û bihayê heywanan tunebûn. Ji ber neyaran, tu kes bi ewlehî nediçû û nedihat. Min berê her kesî dabû hev.

11 Lê ezê ji niha û pê ve, ji bo bermayiyê vî gelî mîna rojên berê tevnegerim.’ Ev e gotina Xudanê Karîndar.

12 ‘Tovê hatiye çandin, wê berdar be. Wê mêw tiriyê xwe, ax berê xwe, ezman xunava xwe bide. Ezê tevahiya van tiştan, wekî milk bidim bermayiyê vî gelî.

13 Ya Mala Cihûda! Ya Mala Îsraêl! Bi qasî hûn di nav miletan de bûn mijara naletê, wisa jî ezê we rizgar bikim û hûnê bibin çavkaniya bereketê. Netirsin, bila destê we hêzdar be!’

14 “Çimkî Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Gava bav û kalên we ez hêrs kirim, min pîlan kir ku ez felaketan bînim serê we û ji ya xwe nehatim xwarê.’ Xudanê Karîndar dibêje:

15 ‘Van rojan jî min pîlan kir ku ez dîsa qenciyê bi Orşelîmê, bi Mala Cihûda bikim. Netirsin!

16 Tiştên hûn bikin ev in: Ji cîranê xwe re rastiyê bêjin. Li ber dergehên xwe bi rastî û edaletê bidarizînin ku aştî pêk were.

17 Di dilê xwe de xerabiyan li hev nekin. Ji sonda derew hez nekin. Çimkî ez ji tevahiya van tiştan nefret dikim.’ Ev e gotina Xudan.”

18 Gotina Xudanê Karîndar ji min re hat û got:

19 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Rojiyên mehên çar, pênc, heft û dehan, wê ji bo Mala Cihûda bibin cejnên demên şahî û coşiyê û cejnên kêfxweşiyê. Loma jî, ji rastî û aştiyê hez bikin.’

20 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Herwiha wê gelek milet û şêniyên gelek bajaran bên.

21 Mirovên şêniyên bajarekî wê herin bajarekî din û bêjin: Ji bo em lavayî Xudan bikin, ji bo em li Xudanê Karîndar bigerin, divê em bidin rê. Ez jî diçim.

22 Wê pir gel û miletên hêzdar werin Orşelîmê ku li Xudanê Karîndar bigerin û lavayê wî bikin.’

23 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Di wan rojan de, deh kesên ji her ziman û ji her miletî, wê bi dawa Cihûdayiyekî bigirin û bêjin: Destûrê bidin, ez jî bi we re bêm. Çimkî me bihîst Xwedê bi we re ye.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan