Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 6 - Kurmanji Încîl


Dîtiniya heştan: Çar erebeyên şer

1 Min careke din serê xwe rakir û dît ku ji nav du çiyayên tûncîn, çar erebeyên şer derketin û tên.

2 Di erebeya pêşî de hespên sor, di ya diduyan de reş,

3 di ya sisêyan de spî, di ya çaran de hespên belek hebûn. Her hesp xurt bû.

4 Min ji milyaketê bi min re dipeyivî re got: “Ev çi ne ezbenî?”

5 Milyaket got: “Ev çar ruhên ezmanan in ku ji cihê xizmeta Rebê tevahiya dinyayê derketine.

6 Erebeya ku hespên reş dikişîne ber bi bakur ve, erebeya hespên spî ber bi rojava ve, erebeya hespên belek jî ber bi başûr ve diçe.”

7 Gava hespên beza derketin, ew ji bo li ser dinyayê bigerin, dixwestin herin. Milyaket ji wan re got: “Herin li ser dinyayê bigerin.” Ew rabûn geriyan.

8 Milyaket gazî min kir û got: “Binêre, yên ber bi bakur ve çûn, li wir hêrsa min kêm kir.”


Taca ku dane Yêşûyê Pêxember

9 Gotina Xudan ji min re hat û got:

10 “Ji kesên ji sirgûna Babîlê vegeriyane –ji Helday, Toviya û Yedaya– diyariyên wan bistîne û hema wê rojê here mala Yoşiyayê kurê Sefanya.

11 Ji zêr û zîvê te stand tacekê çêke û deyne serê Yêşûyê Serkahinê kurê Yehosadaq.

12 Jê re bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Va ye mirovê bi navê gulî! Wê ji cihê xwe şax vede û Perestgeha Xudan ava bike.

13 Belê, kesê Perestgeha Xudan ava bike ew e. Wê heşmet li ser be. Wê li ser textê xwe rûne û serweriyê bike. Wê kahin li ser textê xwe be. Herwiha wê di navbera herduyan de ahengek hebe.’

14 Ji bo bîranîna Helday, Toviya, Yedaya û Yoşiyayê kurê Sefanya, wê tac li Perestgeha Xudan were dayîn.

15 Kesên dûr jî wê werin û ji bo avakirina Perestgeha Xudan kar bikin. Loma hûnê bizanibin ku Xudanê Karîndar ez şandime ba te. Heke hûn baş guhên xwe bidin dengê Xwedayê we Xudan, wê ev yek pêk bê.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan