Zekeriya 4 - Kurmanji ÎncîlDîtiniya pêncan: Şamdank û darzeytûn 1 Milyaketê ku bi min re dipeyivî dîsa vegeriya û mîna kesekî ku ji xewê hişyar bike, ez hişyar kirim. 2 Ji min re got: “Tu çi dibînî?” Min got: “Şamdankeke zêrê xas dibînim. Li ser wê taseke zeytê, li ser wê jî heft qendîl hene. Li ser qendîlan jî heft cihok hene. 3 Li ba şamdankê du darzeytûn hebûn. Yek li rasta tasê, yek jî li çepa tasê bû.” 4 Min ji milyaketê ku bi min re dipeyivî re got: “Ezbenî ev çi ne?” 5 Wî got: “Ma tu nizanî ev çi ne?” Min got: “Na ezbenî.” 6 Wî ji min re got: “Gotina Xudan a ji bo Zerûbbabîl ev e: ‘Wê ne bi hêz û qewetê lê bi Ruhê min be’ dibêje Xudanê Karîndar. 7 ‘Ma tu kî yî, ya çiyayê mezin? Tê li ber Zerûbbabîl bibî deştek! Gava ew kevirê dawî yê banê Perestgehê bîne, wê jê re biqîrin û bibêjin: Nûwaze! Nûwaze!’” 8 Gotina Xudan ji min re hat û got: 9 “Destên Zerûbbabîl hîmê vê malê danî. Wê destên wî jî wê temam bike.” Wê gavê hûnê bizanin ku Xudanê Karîndar ez şandim ba te. 10 Ma roja çêkirina tiştên biçûk kî kêm dibîne? Gava mirov di destê Zerûbbabîl de benikê pîvanê bibînin, wê şa bibin. Ew heft qendîl çavê Xudan in. Ew li seranserê dinyayê digerin. 11 Min ji milyaket re got: “Du darzeytûnên li aliyê rastê û çepê yê şamdankê çi ne?” 12 Min berdewam kir û got: “Ev herdu guliyên zeytûnê yên li kêleka lûleyên zêrîn ku rûnê zêrîn diherikînin, çi ne?” 13 Wî ji min re got: “Tu nizanî ew çi ne?” Min got: “Na ezbenî.” 14 Milyaket got: “Ev du kes in ku bi rûnê zeytê hatine kifşkirin û li hizûra Rebê tevahiya dinyayê disekinin.” |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey