Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 3 - Kurmanji Încîl


Dîtiniya çaran: Yêşûyê Serkahin

1 Xudan, Yêşûyê Serkahinê ku li pêş Milyaketê Xudan û Îblîsê ku ji bo sûcdariya Yêşû bike li milê wî yê rastê bû, nîşanî min da.

2 Xudan ji Îblîs re got: “Bila Xudan erzê te bişikêne. Îblîso, Xudanê ku Orşelîmê hilbijart, erzê te bişikêne. Ma ev mirov, ne ew êzingê nîvşewitî ye ku ji nav êgir hatiye derxistin?”

3 Yêşû li ber milyaket sekinîbû û cil û bergên qirêj li xwe kiribûn.

4 Milyaket, ji milyaketên pêşberî xwe re got: “Cil û bergên qirêj jê bikin.” Paşê berê xwe da Yêşû û got: “Va ye min sûcê li ser te rakir. Ezê cil û bergên xweşik li te bikim.”

5 Min got: “Bila şaşikeke paqij bidin serê wî.” Wan şaşikeke paqij li serê Yêşû pêça û cil û berg lê kirin. Milyaketê Xudan jî li ba wî sekinî bû.

6 Milyaketê Xudan, Yêşû hişyar kir û jê re got:

7 “Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Heke tu di riya min de bimeşî û peywirên ku didim te pêk bînî, tê serweriya Mala min û peywirdariya hewşên min jî bikî. Ezê destûr bidim ku tu li nav wan ên ku li vir disekinin, derkevî hizûra min.

8 “‘Ya Yêşûyê Serkahin! Tu û hevalên te yên kahin ên li ber te rûniştine guhdar bin! Çimkî ew, mirovên nîşanê ne. Va ye ezê xulamê xwe Gulî derxim meydanê.

9 Va ye kevirê ku min daniye ber Yêşû. Li ser wî heft çavî hene. Ezê nivîsa qewartî li ser wî binivîsim.’ Ev e gotina Xudanê Karîndar. ‘Ezê di nava rojekê de sûcê vî welatî ji holê rakim.’

10 Gotina Xudanê Karîndar ev e: ‘Wê rojê, wê her yek ji we gazî cîranê xwe bike ku were û li bin mêwê û darhejîrê rûne.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan