Zekeriya 14 - Kurmanji ÎncîlHatina Mesîh û padîşahiya wî 1 Va ye roja Xudan tê! Talanê ku ji te hatiye standin, wê di nav te de bê parvekirin. 2 Ezê hemû miletan bînim ba hev ku li dijî Orşelîmê şer bikin. Wê bajar bê standin, mal bên talankirin û tecawizê jinan bê kirin. Nîvê kesên bajêr wê bên sirgûnkirin lê nîvê mayî wê neyên avêtin. 3 Paşê wê Xudan, çawa ku di roja şer de dikir, wê rabe li dijî van miletan şer bike. 4 Wê rojê wê piyên wî, li ser Çiyayê Zeytûnê bisekine ku dikeve rojhilatê Orşelîmê. Wê Çiyayê Zeytûnê ber bi rojava û rojhilat ve ji nîvî ve biqelişe û newaleke gelekî fireh çêbe. Nîvê çiyê wê ber bi bakur ve, nîvê çiyê jî ber bi başûr ve bê kişandin. 5 Hûnê di newala çiyayê min çêkir re birevin. Çimkî wê ew newal di nav çiyayan de xwe bigihîne Asalê. Çawa ku di dema Ûzziyayê Padîşahê Cihûdayê de hûn ji erdhejê reviyabin, hûnê dîsa wisa birevin. Wê gavê wê Xwedayê min Xudan bi tevahiya pîrozên xwe re were! 6 Wê rojê wê ronahî tunebe, tiştên ku ronahî didin wê bitefin. 7 Wê rojê wê rojeke taybet be ku tenê Xwedê bi wê rojê bizanibe. Wê ne şev hebe, ne jî roj hebe. Gava dibe êvar, wê ronahî derkeve. 8 Wê rojê wê ji nav Orşelîmê ava jiyanê biherike. Wê nîvê avan biherikin gola li rojhilat, nîvê din jî biherikin gola li rojava. Wê havîn û zivistanan berdewam bike. 9 Wê Xudan bibe padîşahê tevahiya dinyayê. Wê rojê wê Xudan yek be û wê navê wî yek be. 10 Tevahiya welêt, ji Gevayê heta Rîmmona başûrê Orşelîmê, wê bibe mîna Deşta Eravayê. Lê wê Orşelîm bilind be û ji Dergehê Binyamînê heta Dergehê Yekemîn, heta Dergehê Goşeyê û ji Birca Hananêlê heta mehserên padîşah li cihê xwe bimîne. 11 Wê mirov li wir rûnin û careke din xerab nebe. Wê Orşelîm di nav ewlehiyê de be. 12 Wê Xudan tevahiya gelên li dijî Orşelîmê şer dikin, bi vê belayê ceza bike: Gava li ser piyên xwe disekinin wê goştê wan bihele, çavên wan birize û zimanê wan di devê wan de bihele. 13 Wê rojê wê Xudan wan bixe nava saweke mezin. Wê hemû herine hev û destê xwe li cîranê xwe bilind bikin. 14 Wê Cihûdayî jî li Orşelîmê şer bikin. Wê mal û milkê hemû miletên derdorê, bi têra xwe zêr û zîv, cil û berg bên berhevkirin. 15 Tevahiya heywanên li artêşgehên dijmin jî –çi hesp, çi hêstir, çi deve, çi ker– wê rastî belayeke wiha bên. 16 Hemû kesên miletên ku êrîşî Orşelîmê kirine û sax mane, wê her sal herin Orşelîmê ku biperizin Xudanê Karîndar Padîşah û Cejna Holikan pîroz bikin. 17 Wê baran li ser binemalên wî welatî nebare ku neçe Orşelîmê ji bo biperize Padîşahê ku Xudanê Karîndar e. 18 Heke Misrî tevli wan nebin û neçin Orşelîmê, wê Xudan wekî wan miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûn Orşelîmê, wan jî bi hema belayê ceza bike. 19 Cezayê ji bo Misriyan û ji bo hemû miletên ku ji bo Cejna Holikan pîroz bikin neçûne Orşelîmê, ev ceza ye. 20 Wê rojê wê li ser zengilên hespan wiha bê nivîsandin: “Ji Xudan re veqetandî ye.” Beroşên Mala Xudan jî, wê bibin mîna tasên li ber gorîgehê. 21 Her beroşa Orşelîm û Cihûdayê wê ji Xudanê Karîndar re bê veqetandin. Wê her kesê ku ji bo serjêkirina qurbanan tên, van beroşan ji bo pijandina goştê qurbanan bi kar bînin. Wê rojê êdî wê li Mala Xudan bazirgan nemînin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey