Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 13 - Kurmanji Încîl


Pakbûna ji gunehan

1 “Wê rojê wê kaniyek bizê ku Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ji guneh û nepaqijiyan pak bibin.”

2 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Wê rojê ezê ji welêt navê pûtan rakim. Wê careke din navê wan neyê bibîranîn. Ezê pêxemberên derewîn û ruhê qirêjî ji welêt dûr bixim.

3 Heke kesek dîsa pêxemberî bike, wê dê û bavê wî jê re bêjin: ‘Tê bimirî! Çimkî tu bi navê Xudan derewan dikî.’ Gava pêxemberî bike, wê dê û bavê wî bedena wî qul bikin û bikujin.

4 “Wê rojê wê her pêxember ji ber dîtiniya di pêxemberiya xwe de dîtiye, şerm bike. Wê ebayê pêxemberan ê bipirç li xwe neke ku mirovan bixapîne.

5 Lê wê bêje: ‘Ez ne pêxember im, ez cotkar im. Ji ciwaniya xwe ve ez li ser axê xebitîm.’

6 Gava kesek rabû û jê pirsî: ‘Nexwe ev birînên di nav milên te de çi ne?’ wê wiha bêje: ‘Ev birîn, li mala dostên min li min peyda bûne.’


Li şivên tê xistin

7 “Ya şûr! Li dijî şivanê min, Li dijî kesê li ba min hişyar be!” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “Li şivên bixe ku pez belav bin. Ezê destê xwe li dijî biçûkan rakim.”

8 Gotina Xudanê Karîndar ev e: “Li tevahiya welêt Wê ji sisêyan diduyê gel bê avêtin û tune be, Li wir ji sisêyan yek wê sax bimîne.

9 Ezê ji sisêyan yekê mayî bixim nava êgir. Ezê wan wekî zîv bisefînim, Ezê wekî zêr biceribînim. Wê gazî navê min bikin Û ezê bersiva wan bidim. Ezê bêjim: ‘Ev gelê min e.’ Ewê jî bêjin: ‘Xudan, Xwedayê me ye.’”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan