Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 12 - Kurmanji Încîl


Dijminên Orşelîmê tune dibin

1 Peyam: Gotina Xudan a li ser gelê Îsraêl ev e. Xudanê ku ezman tikand, bingeha dinyayê danî û şikil da ruhê di nava mirovan de, wiha dibêje:

2 “Va ye, ezê Orşelîmê bikim tasikeke sersemiya tevahiya gelên li derdorê. Wekî Orşelîmê, wê Cihûda jî bê dorpêçkirin.

3 Wê rojê ezê Orşelîmê ji bo hemû miletan bikim kevirekî giran. Her kesê rake, wê bi awayekî xedar birîndar bibe. Wê hemû miletên dinyayê, li dijî Orşelîmê bibin yek.”

4 Gotina Xudan ev e: “Wê rojê ezê her hespî bixim nava sawê, her siwariyî dîn û har bikim. Wê çavê min li ser Mala Cihûda be lê ezê hemû hespên gelan kor bikim.

5 Wê mîrên Cihûdayê di dilê xwe de wiha bêjin: ‘Şêniyên Orşelîmê ku bi Xwedayê xwe Xudanê Karîndar ewle ne, ji bo me kaniya hêzê ne.’

6 “Wê rojê ezê mîrên Cihûdayê bikim wekî tasikeke nava agirê daran û xetîreyeke di nav lodên dexlê de dişewite. Wê tevahiya gelên li rast û çepê daqurtînin. Wê şêniyên Orşelîmê êdî li cihê xwe, li Orşelîmê rûnin.

7 “Wê Xudan pêşî konên Cihûdayê rizgar bike ku berziya Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê, ji Cihûdayê mezintir nebe.

8 Wê rojê wê Xudan şêniyên Orşelîmê biparêze. Wê rojê wê kesê di nav wan de herî sist, wekî Dawid be. Mala Dawid jî wekî Xwedê be, wekî milyaketê Xudan be ku li pêşiya wan be.

9 Wê rojê ezê hemû miletan tune bikim ku rabûne û êrîşî Orşelîmê dikin.

10 “Ezê ruhê kerem û lavakirinê birijînim ser Mala Dawid û şêniyên Orşelîmê ku li min, li yê ku wan qul kirine binêrin. Wê mîna kesekî ku şîna kurê xwe yê tenê dike, şînê bikin. Wekî kesê ku ji bo kurê xwe yê pêşî êşê dikişîne, wê êşê bikişînin.

11 Wê rojê şîna ku li Orşelîmê tê kirin, wê mîna şîna li Hadad-Rîmmona Deşta Megîddoyê, mezin be.

12 Wê li welêt, her binemal, di nav xwe de şînê bike. Wê binemala Dawid di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de, binemala Natan di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de,

13 binemala Lêwî di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de, binemala Şîmî di nav xwe de, jinên wan di nav xwe de,

14 hemû binemalên din di nav xwe de û jinên wan jî di nav xwe de şînê bikin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan