Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zekeriya 1 - Kurmanji Încîl


Xwedê gazî gelê xwe dike ku lê vegere

1 Di meha heştan a dusaliya padîşahiya Daryûs de gotina Xudan ji Zekeriyayê Pêxemberê kurê Berekyayê kurê Îddo re hat û got:

2 “Xudan ji bav û kalên we pir hêrs bûye.

3 Loma ji gel re bêje ku Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Li min vegerin!’ Xudanê Karîndar wiha dibêje: ‘Ezê jî li we vegerim.’” Ev e gotina Xudan.

4 “‘Wekî bav û kalên xwe tevnegerin! Pêxemberên berê digot ku Xudanê Karîndar wiha dibêje: Ji rê û kirinên xwe yên xerab vegerin! Lê wan nebihîst, wan guhdariya min nekir.’” Ev e gotina Xudan.

5 “‘Ka bav û kalên we li ku ne? Ma pêxember jî her û her dijîn?

6 Gotin û qanûnên ku min li xulamên xwe yên pêxember emir kirine, ma negihîştin bav û kalên we?’ “Loma ew jî zivirîn û gotin: ‘Xudanê Karîndar li rê û kirinên me nihêrî û ji bo me çi fikirî be kir.’”


Dîtiniya pêşî: Siwarî

7 Di dusaliya padîşahiya Daryûs de, di roja bîst û çarê meha Şevatê ku meha yanzdehan e, gotina Xudan ji Zekeriyayê Pêxemberê kurê Berekyayê kurê Îddo re hat.

8 Min bi şev kesek dît ku li hespekî sor siwar bûye. Ew di nav darên mêrsînê yên gelî de bû. Li pey wî hespên sor, gewr û spî hebûn.

9 Min got: “Ezbenî ev çi ne?” Milyaketê ku bi min re dipeyivî got: “Ezê nîşanî te bidim ka ev çi ne.”

10 Kesê di nav darên mêrsînê de sekiniye wiha got: “Ev ew kes in ku ji bo li dinyayê bigerin Xudan şandine.”

11 Wan kesan ji milyaketê Xudan ê di nav darên mêrsînê de sekiniye re gotin: “Em li tevahiya dinyayê geriyan. Va ye dinya di nav aştî û aramiyê de ye.”

12 Milyaketê Xudan got: “Ya Xudanê Karîndar, ma tê heta kengê ji Orşelîm û bajarên Cihûdayê rehma xwe texsîr bikî ku ev heftê sal in tu li wan hêrs bûyî?”

13 Xudan bi gotinên baş û teselîkar bersiv da milyaketê ku bi min re peyivî.

14 Milyaketê ku bi min re peyivî got: “Gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Xîreta min a mezin li ser Orşelîm û Siyonê heye.

15 Li ser miletên bêxem hêrsa min a mezin heye. Çimkî gava ez hinek hêrs bûm, wan da pişta xerabiyê.’

16 “Loma Xudan wiha dibêje: ‘Ez bi rehmê vegeriyam Orşelîmê. Wê Mala min li wê derê bê avakirin.’” Ev e gotina Xudanê Karîndar. “‘Wê benê pîvanê li ser Orşelîmê bê kişandin.’

17 “Careke din gazî bike û bêje: ‘Xudanê Karîndar wiha dibêje: Wê tiştên baş di nav bajarên min de belav bin. Wê Xudan dîsa Siyonê teselî bike. Wê dîsa Orşelîmê hilbijêre.’”


Dîtiniya diduyan: Çar qiloç û çar hoste

18 Min serê xwe rakir û nihêrî, va ne çar qiloç.

19 Min ji milyaketê ku bi min re dipeyive re got: “Ev çi ne?” Wî got: “Ev ew qiloç in ku Cihûda, Îsraêl û Orşelîmê belav kirine.”

20 Xudan çar hoste nîşanî min da.

21 Min pirsî: “Ev ji bo çi tên?” Milyaket got: “Ev ew qiloç in ku gelê Cihûda wisa belav kirin ku kesî nekarî serê xwe rake. Ev hoste jî hatine ku wan miletên qiloçên xwe li dijî welatê Cihûda rakirine û gelê wê belav kirine, bitirsînin û li erdê bixin.”

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan