Zebûr 99 - Kurmanji ÎncîlZebûr 99 1 Xudan serweriya xwe dajo, bila bilerizin gel! Ew li ser Kerûbiyan li text e, Bila bilerize erd. 2 Xudan li Siyonê mezin e, Li ser tevahiya gelan li jor e. 3 Bila her kes pesnê navê te yê mezin û bi bizdan bide! Ew pîroz e. 4 Ey padîşahê hêzdar û dadhez, Tu wekheviyê ava dikî, Di nîjada Aqûb de, te rastdarî û dadperwerî pêk anî. 5 Xudanê me, Xwedê berz bikin, Li ber pêpelûka lingê wî biperizin! Ew pîroz e. 6 Mûsa û Harûn kahînên wî bûn, Samûel jî yek ji wan bû, ku bi navê wî bang dikirin, Wan bang kir Xudan, Wî ew bersîvandin. 7 Wî di stûna ewr de ji wan re got, Wan şîretên wî û qanûna ku wî daye wan, Bi cih anî. 8 Ya Xudan, Xwedayê me, te bi xwe ew bersîvandin; Her çi, te ji karên ku kirin tol sitand jî, Tu li hember wan Xwedayek bexişkar bûyî. 9 Xwedayê me Xudan berz bikin, Li çiyayê wî yê pîroz herin ser çokan, Çimkî Xwedayê me Xudan pîroz e. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey