Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 98 - Kurmanji Încîl


Zebûr 98
Zebûr

1 Ji Xudan re lavijek nû bixwînin, Çimkî wî karên nedîtî kir, Wî bi destê xwe yê rastê û zendê xwe yê pîroz serketin anî.

2 Xudan rizgarkirina xwe da bihîstin, Rastdariya xwe li pêş çavê miletan nîşan da.

3 Hezkirin û dilsoziya xwe ya, Ji gelê Îsraêlê re bibîr anî; Çaraliyên dinê, rizgarkirina Xwedayê me dît.

4 Ey tevahiya dinê, ji bo Xudan bi şahî biqîrin! Bi lavijên şahiyê, erd û ezman rakin ser lingan!

5 Bi lîrê spas bikin ji bo Xudan, Bi çengê û dengê xweş bidin spasiyan!

6 Bi zirnê û bi dengê boriyan, Li pêş Xudanê ku padîşah e, bi şahî biqîrin.

7 Bila derya û tijebûna wê, Dinya û yên lê rûdinên biqîrin.

8 Bila çem, li çepikan xin, Çiya bi hev re, bi şahî biqîrin li pêş Xudan.

9 Çimkî ew tê, Da ku dadbar bike dinê bi edaletê, Ewê gelan, bi rastiyê dadbar bike.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan