Zebûr 97 - Kurmanji ÎncîlZebûr 97 1 Serweriya Xwedê dajo, bila erd şa be, Bila hemû keviyên deryayan şa bin! 2 Ewr û tarî li der û dora wî ne, Rastdarî û dadperwerî bingeha textê wî ne. 3 Agir li pêş wî diçe, Li der û dorê, dijminên wî dişewitîne. 4 Birûskên wî dinyayê ronahî kirin, Erdê dît û lerizî. 5 Li pêş Xudan, li pêş Rebê tevê erdan, Çiya dihelin wek şimayê. 6 Ezman rastdariya wî didin bihîstin, Hemû milet berziya wî dibînin. 7 Hemû yên ku diperizin pûtan, Û pesnê xwe bi pûtên pûç didin, bila şerm bikin! Ey îlahno, biperizin Xudan! 8 Sîyonê bihîst û şa bû, Keçên Cihûdayê şa bûn, Ji ber dadbariya te, ya Xudan. 9 Çimkî ya Xudan, Herî Berzê dinê tu yî, Tu li ser hemû îlahan, pirr li jor î. 10 Ey hûn hezkirên Xudan, nefret bikin ji xerabiyan. Canê dilsozên xwe ew diparêze, Ew wan azad dike, ji destê xeraban. 11 Ji bo rastan ronahî, Ji bo dilpakan şahî tê çandin. 12 Ey yên rast, bi Xudan şa bin, Pîroziya wî bibîr bînin û spas bikin! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey