Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 93 - Kurmanji Încîl


Zebûr 93

1 Xudan serweriyê dajo, bi rewnaqî rapêçandî, Hêzê li xwe kiriye, bi hêzê rapêçandî. Dinya zexim hatiye avakirin, naleqe.

2 Textê te, ji demên kevin ve hatiye avakirin, Tu ji beriya destpêkê ve heyî.

3 Lehî radibin, ya Xudan, Lehî bi rabûna xwe dikin gurmîn, Lehî pêlên xwe bilind dikin.

4 Xudanê li jor, Ji gurmîna avên mezin, Ji pêlên deryayê yên har hêzdartir e.

5 Şîretên te pirr dilsoz in; Her û her ya Xudan, Pîrozî bi mala te dikeve.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan