Zebûr 87 - Kurmanji ÎncîlZebûr 87 Zebûra kurên Korah, lavij 1 Bingeha wê, li ser çiyayê pîroz e. 2 Xudan ji deriyên Siyonê, Ji hemû avahiyên Aqûb bêtir hes dike. 3 Li ser te peyvên berziyê tên gotin, ey bajarê Xwedê: 4 «Di nav yên ku min dinasin de, Ezê Rahav û Babîlê bibîr bînim, Va ye Filîstî, Sûr û Hebeş. Ev mirov li wê derê çêbûne.» 5 Belê wê ji bo Siyonê weha bê gotin: «Ev zilam û hemû yên din, li wê derê çêbûn. Û Yê Berz bi xwe, wê derê qayim dike.» 6 Çaxê ku Xudan miletan binivîse, Wê bêje, «Ev li Siyonê çêbûne.» 7 Stranbêj û govendger, Wê bêjin, «Hemû çavkaniyên min ji te ne!» |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey