Zebûr 85 - Kurmanji ÎncîlZebûr 85 Zebûra kurên Korah 1 Ya Xudan, tu ji diyarê xwe razî mayî, Te Aqûb ji surgûnê bi şûn ve anî. 2 Te gunehê gelê xwe bexişand, Hemû sûcên wan nuxumand. 3 Te, hemû xezeba xwe da alî, Dev ji kela hêrsa xwe berda. 4 Ey Xwedayê rizgariya me, me bizivirîne, Hêrsa xwe ya li hember me daxîne! 5 Ma tê her û her hêrs bibî li me? Û hêrsa te bajo li hember hemû nifşên me? 6 Da ku gelê te bi te şa be, Tê me cardin nevejînî? 7 Ya Xudan kerema xwe nîşan bide me, Rizgarkirina xwe bide me! 8 Xwedê Xudan çi bêje ezê gohdar bim; Ewê ji gelê xwe û dilsozên xwe re aştiyê bêje, Da ku ew, cardin venegerin bêaqiliyê. 9 Rizgarkirina wî, nêzikî wan e ku ji wî ditirsin, Da ku keremê li diyarê me bide rûniştin. 10 Wê hezkirin û kerem bigihîjin hev, Aştî û rastdarî, ramûsin hev. 11 Wê rastî li erdê şîn bibe, Rastdarî ji jor ve binêre. 12 Wê Xudan ya qenc bide, Û axa me berê xwe bide. 13 Wê rastdarî li pêş wî bimeşe, Û ji gavên wî re rê çêke. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey