Zebûr 82 - Kurmanji ÎncîlZebûr 82 Zebûra Asaf 1 Li civata Xwedê, Xwedê radiweste, Di nav îlahan de dadbariyê dike. 2 «Ma tê heta kîngê bi neheqî bidî biryar, Ji bo xeraban bibî meyildar? 3 Li doza yê lewaz û sêwiyan binêrin, Mafê bindest û feqîran biparêzin. 4 Yê lewaz û belengaz xelas kin, Wan ji destê xeraban azad kin.» 5 Ji ber ku hûn nizanin û fêm nakin, Û di tarîyê de digerin, Hemû bingehên erdê dihejin. 6 «Min got, ‹Hûn îlah in, Û hemû kûrên Yê Berz in!› 7 Dîsa hûnê wek mirovan bimirin, Wek yek ji serokan, hûnê bikevin!» 8 Rabe ey Xwedê, rûyê erdê dadbar bike! Çimkî hemû milet yên te ne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey