Zebûr 8 - Kurmanji ÎncîlZebûr 8 Zebûra Dawid a li ser Gîtîtê. 1 Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te li erd û ezman! Berziya te dagirtiye ezman. 2 Te bi devê yên berşîr û zarokan, Li pêş dijminên xwe çeper çêkirî, Dengê neyar û yê ku heyfê distîne birî. 3 Gava ku ez dinêrim li ezman, Karê destê te, heyv û stêran, 4 Hingê dipirsim ez ji xwe: «Mirov çi ye ku tu wî bibîr bînî, Kurê mirov çi ye ku tu wî bibînî?» 5 Te ew piçekê ji xwe kêmtir afirand, Bi taca berzî û rûmetê xemiland. 6 Te ew li ser karên destê xwe kir serwer, Her tişt kir bin lingê wî seranser: 7 Pez û dewarên xwe, Heywanên xwe yên çolê da ser. 8 Teyrên ezman û masiyên behran, Hemû giyandarên keviyên deryayan. 9 Ey Serwerê me Xudan, Çiqas mezin e navê te, li erd û ezman! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey