Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 75 - Kurmanji Încîl


Zebûr 75
Zebûra Asaf, lavij

1 Em ji te re spas dikin ey Xwedê, Em spas dikin, çimkî navê te nêzik e, Karên te yên nedîtî, vê didin xuyan:

2 «Dema ku min kifş kiriye bê, Ezê bi rastiyê dadbar bikim,

3 Erd û hemû yên lê rûniştî heliyan, Stûnên wê min şidand.

4 Ji yên ku pesnê xwe didin re, min got, ‹Pesnê xwe nedin.› Ji xeraban re, min got, ‹Qiloçên xwe ranekin!›»

5 Qiloçê xwe jor ve ranekin, Nepeyivin, serî rakirî!

6 Çimkî ne li dera ku roj hiltê û ne jî li dera ku diçe ava, Ne jî ji çola çiyan dadbarî tê.

7 Dadger tenê Xwedê ye, Yekî nizim dike, yê din bilind dike.

8 Di destê Xudan de kase heye, Ji şereba kefdayî û tevlihev; Ew dirêje û tije dike kasê, Hemû xerabên ser rûyê erdê, vedixwin ji retma wê.

9 Ezê her û her vê bikim ilam, Pesnê Xwedayê Aqûb bidim bi lavijan:

10 «Ezê hemû hêza xeraban bişikînim, Belê wê hêza rastan bilind bibe.»

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan