Zebûr 70 - Kurmanji ÎncîlZebûr 70 Ji bo bibîranînê, Zebûra Dawid 1 Ey Xwedê, zû min azad ke! Ey Xudan, bi lez were alîkariya min! 2 Bila şerm bikin û rûyê wan sor bibe, Yên ku digerin li kuştina min! Bila riswa bibin, Yên ku şa dibin bi xerabiya min! 3 Yên ku ji min re dibêjin «Ox, Ox» Bila ji şerma xwe şûn ve vegerin! 4 Hemû yên ku li te digerin, Bila bi te hênik û şa bibin! Yên ku ji rizgarkirina te hez dikin, Bila hergav bêjin «Xwedê mezin e!» 5 Belê ez bindest û belengaz im, Ey Xwedê, tu bazde alîkariya min! Tu yî alîkar û rizgarkarê min, Dereng nemîne, ya Xudan! |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey