Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 6 - Kurmanji Încîl


Zebûr 6
Bi sazên heşt têl, Zebûra Dawid

1 Ya Xudan, bi hêrs li min nehêle! Bi xezebê min neyne rê.

2 Li min were rehmê ya Xudan, çimkî ez çilmisî me ji can. Şîfayê bide min ya Xudan, çimkî dilerizim ez ji hestiyan.

3 Pirr dilerize canê min Ax, ya Xudan, heta kîngê?

4 Vegere, tu ey Xudan, azad bike li min can, Xelas bike min bi kereman.

5 Kes te bibîr nayne ji nav miriyan, Wê kî şikir bike ji te re ji diyarê miriyan?

6 Ji nalîna xwe ez westiyam, Ji girî her şev şil e doşeka min, Ji hêsrên çavan şil dibe nivîna min.

7 Ji kederê tarî bû fera çavê min, Qels bûn çav ji rûyê dijminê min.

8 Ey hûn yên ku xerabiyê dikin, Dûr kevin ji min, Çimkî Xudan bihîst giriyê min.

9 Xudan bihîst lavakirina min, Wî qebûl kir dua min.

10 Wê şerm bikin hemû dijminên min, Û têr bilerizin hemû. Wê vegerin û pê re şermezar bibin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan