Zebûr 57 - Kurmanji ÎncîlZebûr 57 ( Zebûr 108:1-5 ) Gava ji Sawil reviyabû şikevtê 1 Li min were rehmê ey Xwedê, li min were rehmê, Çimkî min xwe avêt te; Heta ku bela derbas bin, Ezê xwe bavêjim bin siya bazkê te. 2 Ez bangî Xwedê, Yê Herî Berz dikim, Ew Xwedê ku, her tiştî ji bo min dike. 3 Wê ji ezmanan bişîne û min azad ke, Yên ku dixwazin min daqurtînin şermî ke, Wê kerem û dilovaniya xwe bişîne. 4 Canê min di nav şêran de ye, Di nav zilamên ku dişewitînin de ez radizêm, Diranên wan wek rim û wek tîr in, Zimanê wan şûrê tûj. 5 Ey Xwedê, li ser ezmanan bilind be, Bila berziya te li ser tevahiya erdê be! 6 Tor avêtin gavên min, Pelişî canê min; Li pêş min çal vedan, Ew bi xwe ketinê. 7 Dilê min bêleq e, ey Xwedê, dilê min bêleq e, Ezê lavij û îlahiyan bêjim. 8 Hişyar be ey canê min, hişyar be, Hişyar be ey ribab, ey çeng, Ezê, seherê hişyar kim! 9 Di nav miletan de ez spasî bidim te, ey Xudan, Di nav netewan de ji te re lavijan bêjim. 10 Çimkî kerema te heta ezmanan, Rastiya te mezin e bi qasî asîmanan. 11 Ey Xwedê, bilind bibe li ser ezmanan, Bila berziya te li ser tevahiya erdê be. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey