Zebûr 53 - Kurmanji ÎncîlZebûr 53 ( Zebûr 14 ) Bi meqamê mahalat, Maskîla Dawid 1 Bêaqil, di dilê xwe de got, «Xwedê tune!» Mirov xera bûn, karên xerab serê xwe hildan û çûn, Kesî ku qenciyê bike tune. 2 Xwedê ji ezmanan li mirovan nêrî, Ka gelo yekî jîr û li Xwedê digere heye. 3 Hemû averê bûn, Bi hev re murdar bûn, Kesî ku qenciyê dike tune. Tenê kesek! 4 Yên ku fesadiyê dikin, ma nizanin? Ku ew gelê min wek nan dixwin, Û ew bangî Xwedê nakin. 5 Ewê, li dera ku tirs lê tune pirr bitirsin, Çimkî wê Xwedê, hestiyên yên ku dor li te pêçane bişikîne, Ewê şermî bibin, çimkî Xwedê ew ji xwe avêtin. 6 Xwezî rizgariya Îsraêlê ji Siyonê bihata! Gava ku Xwedê gelê xwe ji surgûnê bi şûn ve bîne, Wê Aqûb şa be û Îsraêl di şahiyê de bimîne. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey