Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 48 - Kurmanji Încîl


Zebûr 48
Lavij, Zebûra kurên Korah

1 Xudan mezin e û li bajarê Xwedayê me, Li çiyayê wî yê pîroz, hêjayî spaskirinê ye.

2 Bajarê padîşahê mezin ê li bakûr, Çiyayê Sîyonê yê xweş bilind, Şahiya hemû erdê ye.

3 Xwedê xwe li kelehên wî, Wek birceke bilind da bihîstin.

4 Padîşah civiyan, Bi hev re bi ser Sîyonê ve meşiyan.

5 Belê bi dîtina wê şaş man, Tirsiyan û zû reviyan.

6 Li wir, lerizînekê bi wan girt. Janekê bi wan girt, wek jina ku zarok tîne.

7 Bi bayê rojhilat, Tu dişînî keştiyên Tarşîş.

8 Li bajarê Xudanê ordiyan, Li bajarê Xwedayê me, Me çawa bihîst, me wisa dît. Wê Xwedê, her û her biparêze vî bajarî.

9 Ey Xwedê, li perestgeha te, Em fikirîn kerema te.

10 Ey Xwedê, wek navê te, Gihîşt çar aliyên dinê pesnê te. Tije ye, destê te yê rastê ji edaleta te.

11 Bila bi dadbariya te, Şa be Çiyayê Siyonê, Dilşa bin keçên Cihûda!

12 Li der û dora Siyonê bigerin, Bircan bijimêrin,

13 Baş li sûrên wê binêrin, Li kelehên wê temaşe kin, Da ku hûn ji nifşên nû re bêjin.

14 Ev Xwedê, hergav û her û her Xwedayê me ye, Heta mirinê ew rêberê me ye.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan