Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 47 - Kurmanji Încîl


Zebûr 47
Zebûra kurên Korah

1 Ey hemû miletno, li çepikan xin! Bi stranên şahiyê biqîrin ji Xwedê re!

2 Çimkî Xudan, Yê Herî Berz e, tirsdar e, Li ser tevahiya erdê, padîşahê mezin e.

3 Ew miletan dike bin me, Ummetan dike bin lingê me.

4 Wî mîrasa me ji bo me bijart, Serbilindiya Aqûbê ku wî jê hez dikir.

5 Xwedê bi qîrîna şahiyê, Xudan bi dengê boriyê bilind bû.

6 Pesnê Xwedê bidin, bidin pesnê wî; Pesnê padîşahê me bidin, pesnê wî bidin!

7 Çimkî Xwedê padîşahê hemû dinê ye, Bi têgihîştin, bidin pesin!

8 Xwedê li ser textê xwe yê pîroz rûdinê, Padîşahî dike li ser hemû miletan.

9 Serokên miletan, li hev civiyan, Ji bo ku bibin milet ji bo Xwedayê Brahîm; Çimkî mertalgirên erdê, yên Xwedê ne. Ew gellek mezin e.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan