Zebûr 43 - Kurmanji ÎncîlZebûr 43 1 Li doza min binêre ey Xwedê, Min biparêze li hember bêwefayan, Azad ke, ji hîlekar û neheqan. 2 Çimkî tu Xwedayê min, tu stara min î; Te çima ez avêtim? Çima ezê di bin zora dijminên xwe de, Şîndar bigerim? 3 Tu ronahiya xwe, rastiya xwe bişîne, Bila ji min re bibe rêber, Min bibin çiyayê te yê pîroz û warê te. 4 Hingê ezê herim gorîgeha Xwedê, Bi şahî biçim ba kaniya dilgeşiya xwe Xwedê, Û ji te re ey Xwedê, Xwedayê min, Bi çengê spas bikim. 5 Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinalî hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Çimkî ezê dîsa jê re spas bikim; Ew e rizgarkar û Xwedayê min. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey