Zebûr 42 - Kurmanji ÎncîlKITÊBA II Zebûr 42 Maskîla kurên Korah 1 Wek bêrîkirina xezalê ya ava newalan, Canê min jî wisa bêriya te dike, ey Xwedê! 2 Canê min ji Xwedê re, ji Xwedayê jîndar re tî bûye; Ezê kîngê vegerim û li pêş Xwedê bêm dîtin? 3 Ji bo ku her roj ji min re gotin «Xwedayê te li ku ye?» Bi şev û bi roj hêstirên çavê min, bûn xwarina min. 4 Gava ku tê bîra min, dilê min dike kizirîn, Çawa ez bi civatê re dimeşîm, Bi şahî û dengê spasî, Bi qelebalixa ku dike ceng, Bi wan re heta mala Xwedê dimeşîm. 5 Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinale hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Ezê dîsa jê re spas bikim; Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min. 6 Dilê min xemgîn e, Ji ber vê yekê, ji diyarê Erdenê, Ji çiyayên Hermonê, ji Çiyayê Mîtsarê, Loma, te bibîr tîne. 7 Kûrahî deng li kûrahiyê dike, bi gurmîna leylanên te, Di ser min re derbas bûn, hemû pêl û avên te. 8 Bi roj, Xwedê kerema xwe nîşan dide, Bi şev lavijan dibêjim, dua dikim, Ji Xwedayê jiyana xwe re. 9 Ez ji zinarê xwe, ji Xwedayê xwe re dibêjim: «Te çima ez jibîr kirim? Çima ezê di bin zora dijmin de, Şîndar bigerim?» 10 Tevahiya rojê çaxê ku dijminên min, bela xwe di min didin, Ji min re dibêjin: «Ka li ku ye Xwedayê te?» Li zora min diçe, wek ku bipelçiqînin hestiyên min. 11 Tu çima xemgîn î ey canê min, Bo çi dinale hundirê min? Hêviya xwe bi Xwedê ve girêde, Ezê dîsa jê re spas bikim; Çimkî ew e rizgarkar û Xwedayê min. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey