Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 3 - Kurmanji Încîl


Zebûr 3
Zebûra Dawid, çaxê ku ji kurê xwe Abşalom reviya.

1 Ya Xudan, çiqas zêde bûn dijminên min, Gelekan serî rakir li ber min.

2 Gelek kes li ser min dibêjin: «Li ba Xwedê ji bo wî xelasî nîne.»

3 Belê tu ya Xudan, tu mertal î li hawirdora min, Tu yî, berzî û serbilindiya min.

4 Bi dengê xwe ez bang dikim Xudan, Ji çiyayê xwe yê pîroz dide bersîvan.

5 Ez razam di xew re çûm, Ez cardin hişyar bûm, çimkî Xudan ji min re bû destek.

6 Tirsa min, Ji peraniya ku çaralî dor li min pêçaye tune.

7 Ya Xudan rabe, ey Xwedê min xelas ke, Li çena hemû dijminên min xe, Diranê xeraban bişikîne.

8 Xelasî bi Xudan e, Bila bereketa te li ser gelê te be.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan