Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 23 - Kurmanji Încîl


Zebûr 23
Zebûra Dawid

1 Xudan şivanê min e, Çênabe kêmahiya min.

2 Min vedizelîne li ser mêrgên şîn, Li qeraxên avên aram, min dide meşîn.

3 Teze dike canê min, Bi saya navê xwe min di riyên rast de dide meşîn.

4 Ez di newala mirinê ya tarî re derbas bim jî, Natirsim ji xerabiyê. Çimkî tu bi min re yî, tu yî li ba min. Çoyê te, darê te rihetiyê dide min.

5 Li pêş dijminên min tu ji min re datînî sifrê, Û tu bi rûn dikî serê min, Difûre kasa min.

6 Wê di hemû jîna min de, Qencî û kerem li pey min bimeşe. Û ezê hergav di mala Xudan de rûnêm.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan