Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 15 - Kurmanji Încîl


Zebûr 15
Zebûra Dawid

1 Ya Xudan, kî wê bibe mêvan li konê te? Kî wê rûnê li çiyayê te yê pîroz?

2 Yên ku bêkêmahî dijîn, ya rast dikin, Û ji dil ya rast dibêjin.

3 Ew ku, bi zimanên xwe nakin buxtan, Xerabî nakin bi dostan, Ruswa nakin cîranan.

4 Ew ku, zilamên rezîl kêm dibînin, Belê yên ku ji Xudan ditirsin dihesibînin. Bi xesara xwe sond xwaribe jî, venagere ji sondê.

5 Perê xwe nade faîzê, Li hember bêsûc bertîlê nastîne. Yê ku vana dike wê tu car veneleqe.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan