Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 149 - Kurmanji Încîl


Zebûr 149

1 Pesnê Xudan bidin! Lavijeke nû ji Xudan re bêjin, Di civata dilsozên wî de, Bi lavijan pesnê wî bidin!

2 Bila Îsraêl bi afirandarê xwe şa be, Bila gelê Sîyonê bi padîşahê xwe dilgeş be!

3 Bila bi reqisînê pesnê navê wî bidin, Bila bi tef û bi çengê jê re bistirin!

4 Çimkî Xudan ji gelê xwe razî ye, Ew nefsbiçûkan bi taca serketinê dixemlîne.

5 Bila dilsozên wî bi berzî û bi şahî kêf bikin, Bila li ser nivînên xwe bi şahî bistirin!

6 Pezindana Xwedê di devê wan de, Şûrê du devî di destê wan de,

7 Da ku ji miletan heyfê bistînin, Û gelan ceza bikin,

8 Padîşahên wan bi zincîran, Pêşewayên wan bi lelên hesin girê din!

9 Da ku, biryara nivîsandî di nav wan de rêve bibin! Ev, şerefa hemû dilsozên wî ye. Pesnê Xudan bidin!

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan