Zebûr 148 - Kurmanji ÎncîlZebûr 148 1 Pesnê Xudan bidin! Ji ezmanan pesnê Xudan bidin, Ji berziyan pesnê wî bidin! 2 Ey hemû milyaketên wî, pesnê wî bidin, Ey hemû ordiyên wî, pesnê wî bidin! 3 Ey roj û hîv, pesnê wî bidin, Ey hemû stêrên birqok, pesnê wî bidin! 4 Ey ezmanên ezmanan, Û avên li ser ezmanan, Pesnê wî bidin! 5 Bila ew pesnê navê Xudan bidin, Çimkî wî emir da û ew hatin afirandin; 6 Wî ew ji bo her û her, li cihê wan da rûniştandin, Qanûnen ku danî, nayên betalkirin. 7 Ji ser rûyê erdê pesnê Xudan bidin, Ey hûtên deryayê û hemû kûrahî, 8 Agir û zîpik û berf û ewr, Bahozên ku bi fermana wî dikin, 9 Çiya û hemû mil, Darên meywan û darên sediran, 10 Heywanên kûvî û dewar, Yên ku li erdê dişêlin, çûkên ku difirin, 11 Padîşahên dinê û hemû gel, Serok û serwerên hemû dinê, 12 Xortên mêrxas û keç, Yên pîr û zarok! 13 Bila pesnê navê Xudan bidin, Çimkî tenê navê wî berz e. Berziya wî di ser erd û ezman re ye. 14 Wî ji bo gelê xwe serokek rakir, Pesnê hemû dilsozên wî, Û gelê Îsraêlê yê ku nêzikî wî ye bidin, Pesnê Xudan bidin. |
Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.
Bible Society in Turkey