Biblia Todo Logo
Bìoball air-loidhne

- Sanasan -

Zebûr 146 - Kurmanji Încîl


Zebûr 146

1 Pesnê Xudan bidin, Ey canê min pesnê Xudan bide.

2 Heta ez hebim, ezê pesnê Xudan bidim, Heta ez bijîm, ezê ji Xwedayê xwe re lavijan bêjim.

3 Bi mîran, Bi mirovên ku nikarin we xelas kin ewle nebin.

4 Gava ku ew dimirin, ew dizivirin axê, Wê rojê planên wan diqedin.

5 Xwezî bi wan ku alîkarê wan Xwedayê Aqûb e, Hêviya wan bi Xwedayê wan Xudan e.

6 Ew ku, wî erd û ezman, Derya û hemû tiştên tê de afirand, Ew hergav sozên xwe digire.

7 Ew heqê bindestan hiltîne, Û xwarinê dide birçiyan, Azad dike hêsîran.

8 Xudan çavên koran vedike, Xudan yên piştxûz rast dike, Xudan ji rastan hez dike.

9 Xudan xerîban diparêze, Ji sêwî û jinebiyan re dibe alîkar, Û riya xeraban şaş dike.

10 Serweriya Xudan her û her berdewam e, Ey Siyon, Xwedayê te ji bo hemû nifşan e. Pesnê Xudan bidin.

Kurdish New Testament and Psalms + © Bible Society in Turkey, 2005.

Bible Society in Turkey
Lean sinn:



Sanasan